Neteweyên Yekbûyî: Girîng e ku hemû hêzên leşkerî tevlî artêşa Sûriyeyê bibin
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric got, “Girîng e ku hemû hêzên leşkerî tevlî artêşa Sûriyeyê bibin.”
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric pirsên rojnamegeran ên derbarê rapora dawî ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser DAIŞê û tevlîbûna hemû hêzên leşkerî ya nav artêşa Sûriyeyê bersivandin.
Stephane Dujarric bal kişand ser girîngiya tevlîbûna hemû hêzên leşkerî yên li Sûriyeyê ya nav artêşeke niştimanî û got ku ev yek hem ji bo yekîtiya Sûriyeyê û hem jî ji bo têkoşîna li dijî terorê pêwîst e.
Dujarric diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî piştgiriyê dide dan û standinên di navbera hikûmeta nû ya Sûriyeyê û komên cuda de.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric pirsa Rûdawê bersivand:
Rûdaw: Ez dixwazim li ser rapora we ya dawî ya derbarê DAIŞê helwesta Sekreterê Giştî ya li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û beşdarbûna wan a nav hikûmeta nû ya Sûriyeyê zanibim. Rola wan a di têkoşîna li dijî DAIŞê de çi qasî girîng e?
Stephane Dujarric: Tevlîbûna hemû hêzên leşkerî yên li Sûriyeyê girîng e. Wekî ku me berê jî gotiye, em hêvî dikin ku dan û standinên di navbera hikûmet û komên cuda de bi pêş ve biçin. Ev yek hem ji bo yekîtiya Sûriyeyê û hem jî ji bo şerê giran ê li dijî radîkalîzm û terorê girîng e.