Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: DAIŞ hişê çêkirî bi kar tîne
Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî derbarê DAIŞê hişyarî da û got, “DAIŞ ji bo birêxistinkirina xwe hişê çêkirî bi kar tîne.”
Afrîka bûye navenda çalakiyên rêxistinê û li Îraq û Sûriyeyê jî nêzîkî 3 hezar çekdarên wê hene.
Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya herî dawî de hişyarî da ku rêxistina DAIŞê ji bo propagandayê, komkirina pereyan û kişandina endamên nû, teknolojiyên nûjen ên wekî hişê çêkirî (AI) bi kar tîne.
Li gorî raporê, gefa DAIŞê li cîhanê bi taybetî li Afrîkayê didome.
Ev hişyarî di demekê de tê ku li Somalyayê şerê di navbera artêşa wî welatî û çekdarên DAIŞê de li navçeyên çiyayî yên herêma Puntlandê berdewam dike.
Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Têkoşîna li Dijî Terorê Vladimir Voronkov rewşê wekî "nearam û aloz" bi nav kir û got:
"Gefa DAIŞê hîn jî aloz e. Kom û şaxên wê tevî hewlên berdewam ên dijî terorê, xwe diguncînin û karên xwe didomînin."
Afrîka navenda çalakiyên DAIŞê ye
Di raporê de Afrîka wekî navenda sereke ya çalakiyên DAIŞê tê destnîşankirin û tê texmînkirin ku li rojavayê parzemînê di navbera 8 hezar û 12 hezar çekdarên rêxistinê de hene.
Rapor her wiha dibêje ku li Îraq û Sûriyeyê jî metirsî didome û nêzîkî 3 hezar çekdarên DAIŞê li van her du welatan hene û bi birêxistinkirinê xwe ve mijûl in.
Di raporê de bi taybetî amaje bi metirsiya kampên li Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin ku nêzîkî 35 hezar kes lê dijîn û dibe ku bibin hêlînên tundrewiyê.
"DAIŞ hişê çêkirî bi kar tîne"
Rêvebera Cîbicîkar a Birêvebiriya Komîteya Têkoşîna li Dijî Terorê, Natalia Gherman, bal kişand ser bikaranîna teknolojiyên nû û got:
"Bikaranîna hişê çêkirî û torên civakî ji aliyê DAIŞê ve ji bo kişandina mirovan, komkirina pereyan û propagandeyê, pêwîstî bi helwesteke dahênerane heye. Her çend hişê çêkirî ji bo berfirehkirina qad û bandora komê tê bikaranîn jî, di heman demê de dibe ku welat jî karibin bi rêya hişê çêkirî metirsiyên terorîstî baştir destnîşan bikin, rê li wan bigirin û têk bibin."
Ji bilî Iraq, Sûriye û welatên Afrîkayê, rapora Neteweyên Yekbûyî amaje bi wê yekê jî daye ku şaxê DAIŞê yê Xorasanê bi nêzîkî du hezar çekdarên xwe re, wekî yek ji gefên herî metirsîdar li Afganistan û navçeyên Asyaya Navîn dimîne.