Brîtanya û Portugal dê Dewleta Filistînê nas bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Tê çaverêkirin ku Brîtanya û Portugal îro dewleta Filistînê nas bikin.

Ev gav beriya civîna girîng a Neteweyên Yekbûyî tê avêtin ku tê de dê gelek welatên din jî heman gavê biavêjin da ku zextê li Îsraîlê bikin û ew êrişên xwe yên li Xezeyê rawestîne.

Hinek sazî û welatên girêdayî Neteweyên Yekbûyî van êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê wekî "komkujî" bi nav dikin.

Ji ber êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê, di mehên dawî de helwesta gelek hevalbendên wê yên kevn guheriye.

Li gorî wan sazî û welatan li herêma dorpêçkirî ya Filistînê "wêraniyek mezin, komkujî û kêmasiya xwarinê rû daye û ev yek bûye sedema qeyraneke mezin a mirovî."

Rêberên cîhanê dê vê hefteyê li New Yorkê ji bo gotûbêjeke girîng a li Komîteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bicivin û mijara sereke dê çareseriya du dewletî ya ji bo pirsgirêka Îsraîl û Filistînê be.

Tê çaverêkirin ku di rojên pêş de nêzîkî 10 welat dewleta Filistînê nas bikin.

Daxuyaniya Serokwezîrê Brîtanyayê

Medyaya Brîtanyayê BBCyê ragihand ku Serokwezîrê wî welatî Keir Starmer dê roja yekşemê guhertina siyaseta welatê xwe eşkere bike û ev yek tevî nerazîbûna tund a Îsraîlê ye.

Starmer Tîrmehê ragihandibû, eger Îsraîl heta dema civîna Komîteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ji bo agirbesta li gel Hemasê "gavên berbiçav" neavêje, Brîtanya dê bi awayekî fermî dewleta Filistînê nas bike.

Serokê Partiya Karkeran a Brîtanyayê wê demê gotibû, ev gav "beşdariya pêvajoyeke aştiyê ya rasteqîn e, di demekê de ku bandora herî mezin ji bo çareseriya du dewletî hebe."

Li hemberî vê yekê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Starmer bi xelatkirina "terora hovane" û tawîzdayîna ji îdeolojiya "cîhadî" re tometbar kiribû.

Portugal jî dê nas bike

Wezareta Karên Derve ya Portugalê roja înê ragihand ku ew jî dê roja yekşemê bi awayekî fermî dewleta Filistînê nas bikin.

Lîzbonê berê di tîrmehê de niyeta xwe ya ji bo vê yekê eşkere kiribû û amaje bi "pêşketinên gelekî dilgiran ên aloziyê", qeyrana mirovî û gefên berdewam ên Îsraîlê yên ji bo desteserkirina xaka Filistînê kiribû.

Ji dema ku Îsraîlê dest bi bombebarana Xezeyê kiriye, navendeke çavdêriya birçîbûnê ya ku Neteweyên Yekbûyî piştgiriya wê dike, li hinek beşên Xezeyê birçîbûn û xelayeke kujer ragihandiye.

Artêşa Îsraîlê jî ragihandiye ku ew dê "hêzeke bêhempa" ji bo kontrolkirina bajarê Xezeyê bi kar bîne.

Fransa û Kanada di nav wan welatên rojavayî de ne ku plan dikin vê hefteyê li civîna Neteweyên Yekbûyî dewleta Filistînê nas bikin.

Îsraîl bi tundî li dijî van gavan radiweste û li hemberî vê yekê gefa desteserkirina Kerta Rojava dixwe.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres roja înê ji Ajansa France Pressê (AFP) re got, divê cîhan "ji bertekên Îsraîlê netirse."

Di êrişa 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan a Hemasê de, li gorî daneyên fermî, hezar û 219 kes li Îsraîlê hatibûn kuştin ku piraniya wan sivîl bûn.

Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ku Neteweyên Yekbûyî wan pêbawer dibîne, di êrişên Îsraîlê de jî herî kêm 65 hezar û 208 kes hatine kuştin ku piraniya wan sivîl in.

Wezîrê berê yê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant jî ragihandiye ku hejmara kuştî û birîndarên sivîl ên li Xezeyê ji 200 hezarî zêdetir e.