Çarenivîseke nediyar: Almanya dê li ser Sûriyeyiyan çi biryarê bide?
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Federal a Koç û Penaberan a Almanyayê (BAMF) ji Rûdawê re ragihand ku piştî rawestanekê zêdeyî 9 mehan, wan ji nû ve dest bi pêdeçûn û guhdarîkirina daxwazên penaberiyê yên welatiyên Sûriyeyê kiriye.
Lê divê were gotin ku dayîna biryarên dawî yên derbarê qebûlkirin an redkirina daxwazan hîn jî bi giştî rawestandî ye.
Wezaretê ji destpêka Kanûna Pêşîn a 2024an ve ji ber rûxandina desthilata Esed û rewşa aloz a Sûriyeyê biryardana li ser daxwazên penaberiyê rawestandibû.
Wezareta Koç û Penaberan a Almanyayê ji Rûdawê re got ku armanca ji nû ve destpêkirina pêdeçûnê komkirina agahiyên nû ye.
Almanya dixwaze bi vê yekê derbarê pêwîstiyên Sûriyeyiyan ên di ronahiya rûdanên nû yên li welatê wan de agahiyan kom bike.
Li gorî rênimayên nû, biryar tenê li ser van dosyeyan tên dayîn:
• Ew dosyeyên ku pêwîstiya wan bi nirxandina rewşa Sûriyeyê nîne yên wekî wan dosyeyên ku bi giştî ne hêjayî dayîna mafê penaberiyê ne û tên redkirin, biryar li ser wan tê dayîn.
• Ew dosyeyên ku hincetên wan ên ewlehiyê hene, dikare bi awayekî cuda biryar li ser wan bê dayîn.
• Daxwazên mafê penaberiyê ji bo wan kesên ku endamên malbata wan li Almanyayê mafê xwe wergirtiye û dixwazin ji nû ve bicivin, biryar li ser wan nayê dayîn, bêyî ku were berçavgirtin ka gelo daxwazkar xelkê Sûriyeyê ye yan ê welatekî din e.
• Ew dosyeyên ku mafê penaberiyê bo wan hatiye dayîn lê paşê biryar hatiye dayîn ku bên betalkirin, kar li ser beşekê ji wan tê kirin.
• Ew dosyeyên ku daxwazkaran bi xwe dest jê berdaye tên girtin an jî redkirin.
Wezaretê diyar kir ku ew "bi berdewamî çavdêriya rewşa Sûriyeyê dike û dema ku sedemên rawestandinê namînin dê bi temamî dîsa dest bi karê li ser daxwazên penaberiyê bike."
Wezaretê derbarê Sûriyeyiyên ku wekî tawankar an gef tên dîtin jî destnîşan kir ku ew dê bi mebesta betalkirin û vegerandina wan a li welatê wan pêdeçûnê li mafê wan ê penaberiya bikin, ji ber ku "tawanên giran dibin sedema bêparkirina ji parastinê."
Wezaretê heta 31ê Tebaxa 2025an biryar li ser 53 hezar û 187 dosyeyên mafê penaberiyê daye ku ji aliyê Sûriyeyiyan ve hatibûn pêşkêşkirin û ev yek jî dike ji sedî 39,3yê tevahiya wan daxwazên ku li benda biryarê ne.