Angela Merkel: Nabe çek bo Erebistana Siûdî werin hinardekirin

Navenda Nûçeyan - Şêwirmenda Almanyayê ragihand, ku welatê wê firotina çekan bo Erebistana Siûdî sînordar kiriye û got, di van mercan de nabe bo Erebistana Siûdî çek werin hinardekirin.

 

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel bo hilbijartinên eyaleta Hessenê li gel serokwezîrê wê eyaletê Volker Bouffier civîneke hevbeş a rojnamevanan saz kir û di wê civînê de got, ew kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqcî bi awayekî tund şermezar dike.

 

Angela Merkel destnîşan kir ku divê ev bûyer demildest were aşkerekirin û got, hêj ti tiştek nehatiye kirin û ji berpirsyaran hesab nehatiye pirsîn.

 

Merkel da xuyakirin ku jixwe hinardekirina çekan bo Erebistana Siûdî bi sînor e û di van mercan de nabe çek werin hinardekirin.

 

Almanya piştî Cezayirê çekan herî zêde bo Erebistana Siûdî hinarde dike û di 9 mehên her salekê de bo Cezayirê bi nêzikî 741,5 milyon euroyan, bo Erebistana Siûdî jî bi nêzikî 417 milyon euroyan çekan difiroşe.