Parlamentoya Almanyayê îro dirêjkirina mana leşkerên wî welatî li Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj dike
Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag) di civîna xwe ya îro de dê biryara hikûmeta wî welatî ya derbarê dirêjkirina mana hêzên leşkerî yên Almanyayê li Herêma Kurdistanê û Iraqê de gotûbêj bike û deng li ser bide. Dema mana hêzên Almanyayê li Iraqê û Herêma Kurdistanê dawiya vê mehê bi dawî dibe û hikûmeta wî welatî pêşniyar kiriye ku ew dem heta 31ê Cotmeha sala 2023 were dirêjkirin.
Hikûmeta Almanyayê pêşniyar kiriye ku dema mayîna hêzên xwe di çarçoveya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û herwiha mîsyona NATOyê de li Herêma Kurdistan û Iraqê ji bo rûbirûbûna DAIŞê heta dawiya meha Cotmeha sala 2023an dirêj bike.
Parlamentoya Federal a Almanyayê jî îro Înê 21 Cotmeha 2022an dicive û wê pêşniyarbiryara hikûmetê gotûbêj dike û deng li ser bide.
Berlîn dixwaze bi rêya dirêjkirina mana hêzên xwe li Iraqê û Herêma Kurdistanê, alîkariya hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Pêşmerge bide daku bikarin ewlehî û istiqrara demdirêj bo Iraqê garantî bikin û rê ji derketin komên terorîstî yên wek DAIŞê bigirin.
Serkeftina di şerê dijî DAIŞê de
DAIŞ li Iraq, Sûriye, Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatiye têkbirin, lê belê ew rêxistina terorîstî liv û tevgerên xwe berdewam dike û di êrîşên xwe de bo ser hêzên ewlehî yên Iraqê, hêzên Pêşmerge û binesaziya navçeyê berdewam e.
Hikûmeta Almanyayê di daxuyaniya xwe ya roja 5ê Cotmehê de dibêje, “tevî ku hêj armanca erkê me pêk nehatiye, lê belê civaka navdewletî di van salên dawî de pêşveçûneke mezin bi dest aniye. Berlîn herwiha tekez dike, Pêwîste erk berdewam be daku ew tişta heta niha hatiye bidestanîn, were bihêzkirin, berfirehkirin û zêdetir bê pêşxistin.”
Her di heman daxuyaniyê de amaje bi wê yekî hatiye kirin ku “alîkariyên leşkerî yên Almanyayê bo Iraqê û Herêma Kurdistanê, bêtir berjewendiyên Almanyayê li navçeyê pêş dixe.”
Almanya di vê qonaxa niha de ku Iraq di rewşa siyasî ya dijwar û aloz de ye, dirêjkirina dema mana hêzên xwe li Iraqê û Herêma Kurdistanê giring dibîne û wezaretên derve û berevanî yên Almanyayê jî di raportên xwe yên dawî de ragihandine, ku ew wiha baş dibînin ku dema mana wan hêzan were dirêjkirin.
Raportên her du wezaretan bo hemû fraksyonên parlamentoya Almanyayê hatine şandin daku berî biryardanê, haya wan ji rewşê hebe.
Li gor rapora Hikûmeta Almanyayê, sala 2020an ji koma 120 serbaz û şêwirmendên wî welatî li Iraqê, 90 ji wan li Hewlêrê hatibûn bicihkirin û niha jî şêwirmendên serbazî yên Almanyayê rahênanê bi hêzên Pêşmerge dikin.
Ji sala 2015an ve, Almanya 2 milyar û 730 milyon dolar ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê terxan kiriye, her wiha zêdetir ji 96 milyon dolaran ji bo alîkariya penaberên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê li Iraq û Herêma Kurdistanê terxan kiriye.