Şaredariyeke Fransayê alîkariyê dişîne bo Kurdên Rojava

21-11-2019
RÛDAW
Nîşan Fransa Koçber Alexandra Cordebard Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Şaredariya Herêma 10an a Parîsê, ragihand ku ew dê 200 hezar euro wek alîkariya mirovî dişînin ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê re û got, “Bajarê Parîsê, jinên Parîsî û mêrên Parîsî, dizanin ji ber çi deyndarên Kurdên Sûriyê ne û wan bicîh nahêlin.”

Şaredariyeke Fransayê, ji bo alîkariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê pere kom kirin. Seroka Şaredariya Herêma 10an a Parîsa paytexta Fransayê Alexandra Cordebard eşkere kir ku 200 hezar euro wek alîkarî bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê kom kirine.

Cordebard ku ser bi Partiya Sosyalîst e, li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Bajarê Parîsê, jinên Parîsî û mêrên Parîsî, dizanin ji ber çi deyndarên Kurdên Sûriyê ne û wan bi tenê nahêlin. Me li Konseya Parîsê, bo bernameyên mirovî yên Saziya Alîkariyê ya Fransî ACTED û Komeleya Doktorên Cîhanê ya li Rojava wek alîkariyeke bilez 200 hezar euro komkirin.”

Ji ber êrişa Tirkiyê ya di 9ê Cotmehê de bo ser Rojava ku niha ew êriş li gundewarên Til Temirê ew êriş berdewam dike, jibilî kuştin û birîndakirina bi sedan xelkê sivîl, li gor amarên Rêveberiya Xweser û dezgehên navdewletî zêdetir ji 300 hezar xelkê sivîl koçber bûne.

Rêveberiya Xweser berî niha di çendîn daxuyaniyên cuda daxwaza alîkariyê ji civaka navdewletî kir ji bo dabînkirina pêdawîsitiyên koçberan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst