Fransa bo rewşa koçberan bang li Rûsyayê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Fransayê Le Drian bang li serokê Rûsyayê Pûtîn kir ku destwerdanê di rewşa li ser sînorê Belarûs-Polonyayê bike.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ji radyoya RTL re axivî û diyar kir ku ew bi hêvî ne ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn destwerdanê di rewşa koçberên li ser sînorê Belarûs-Polonyayê asê mane bike û zextê li Mînskê bike.

Le Drian got “Pûtîn têkiliyên nêzîk bi Lukashenko (Serokê Belarûsê Alexandr Lukashenko) re heye, pêdivî ye ku rêyên cûrbecûr di destê wî de hebe ku bersivê bide vê rewşê, zextê li Minskê bike, çi dîplomatîk û çi din, ji ber ku ew her du welatan bi dîrok, cîrantî, aborî û siyasî ve girêdide. Serok Pûtîn soza destwerdanê daye û ez hêvî dikim ku bike.”

Duşema borî Putin û hevtayê wî yê Fransî Emmanuel Macron pêwendiyeke telefonî pêk anîn.

Di daxuyaniya Qesra Elysee ya di derbarê hevdîtinê de hat ragihandin ku Macron û Pûtîn ji bo kêmkirina krîza koçberiyê ya li ser sînorê Polonya û Belarûsyayê li hev kirine ku bi hev ra bixebitin.

Aloziya di navbera Yekitiya Ewropa û Belarûsê de

Aloziya di navbera Yekitiya Ewropa (YE) û Belarusê de piştî hilbijartina serokatiyê ya ku di Tebaxa 2020-an de li Belarusê hate kirin, ku Alexander Lukashenko wekî serketî hate ragihandin, zêde bû. YE’yê ragihand ku bi hinceta ku li Belarûsê di hilbijartinê de sextekarî hatiye kirin, ew encamên hilbijartinê nas nakin.

YEyê diyar dike ku li Belarusê ji bilî hinceta ku di hilbijartinan de sextekarî hatiye kirin, zext li muxalefetê tê kirin siza li serê disepîne. Di nav wan sizayan de ku Aleksandr Lukashenko, qedexeyên li ser rêwîtiyê û cemidandina samanan dihewîne.

Piştî ku balafira rêwiyan a Ryanair a ku di 23’ê Gulanê de sefera Atîna-Vîlnîusê bû, bi armanca binçavkirina Roman Protasevîç a muxalîf, bi zorê li paytexta Belarûsê Mînskê hat daxistin, welatên YE’yê qada hewayî ya YE’yê jî li rêyên hewayî yên Belarûsê girtin.

YE rêveberiya Belarûs sûcdar dike ku ji welatên wekî Iraqê koçberan tîne ser sînorên welatên Yekîtiya Ewropayê Polonya, Lîtvanya û Letonyayê, "koçberiya neqanûnî wekî amûrek bikar tîne û bi vî rengî hewl dide ku yekîtiyê têk bibe."

Bi hezaran koçber ku di nav wan de Kurdên Herêma Kurdistanê û Iraqê jî hene, li ser sînorê Polonya û Belarûsê kom bûne. Koçber dixwazin sînorên Yekîtiya Ewropayê derbas bikin.