RÛDAW/TAYBET – Tony Blair: Sykes Picot berê 100 salan bû

22-01-2016
RÛDAW
A+ A-

Davos (Rûdaw) – Serokwezîrê berê yê Birîtanyayê Tony Blair got, Peymana Sykes Picot li gor mercên beriya 100 salan hatiye sazkirin.

Serokwezîrê berê yê Birîtanyayê Tony Blair li Davosê di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de Peymana Sykes Picot nirxand.

Tony Blair diyar kir xalên Peymana Sykes Picot li gor mercên beriya 100 salan hatine diyarkirin û got: “Di wê heyamê de hejmara mirov li Rojhilata Navîn en ev qasî zêde bû û herwiha li hinek herêman hêj petrol nehatibû dîtin.”

Tevahiya hevpeyvîna Rêveberê Giştî yê Malpera Rûdawê Hemin Lihonî ya ligel Serokwezîrê berê yê Birîtanyayê Tony Blair, di rojên pêşde bên ser ekrana televîzyona Rûdawê.

Blair derbarê şerê DAIŞê, Peymana Sykes Picot, Sûriyê, Iraq û Herêma Kurdistanê de daxuyaniyên girîng da.

Herwiha Blair derbarê Hêzên Pêşmeregê de jî daxuyanî da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst