Stratejiya nû ya Ewropayê piştgiriya Kurdistanê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Yekîtiya Ewropayê stratejiya xwe ya nû ya li ser Iraqê pesend kir û di naveroka stratejiya nû de tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê tê kirin.

 

Encumena Ewropayê roja duşemê (22-1-2018) di civînekê de stratejiya nû ya Yekîtiya Ewropayê ya li ser Iraqê pesend kir û têde piştgiriya xwe ya ji bo yekparçebûna Iraqê, şerê hêzên Iraqê yê li dijî DAIŞê û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê cardin tekez kir.

 

Herwiha Encumena Ewropayê daxwaz dike ku hilbijartinên Parlementoya Iraqê di dema xwe de, di meha Gulanê de were kirin û pêkhateyên Herêma Kurdistanê jî beşdarî hilbijartinan bibin.

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî beşdarî bultena nûçeyan a televîzyona Rûdawê bû û diyar kir ku rêkeftineke stratejîk a Yekîtiya Ewropayê li gel Iraqê heye ku di sala 2012an de hatiye îmzekirin û got:

 

“Ew rêkeftin ji bo Yekîtiya Ewropayê gelek giring e û nêzîkî 650 rûpel in. Hemû xalên ku pêwendiyên wan bi Yekîtiya Ewropayê hene hatine nivîsandin, lewma eger Iraq rêz li wê stratejiya nû ya Yekîtiya Ewropayê negire, ku bi nûnertiya hemû welatên endamên Yekîtiyê hatiye amadekirin, bêguman bandoreke nerênî û xirab li ser pêwendiyên navbera Iraq û Yekîtiya Ewropayê dê bike.”

 

Ji aliyê aboriyê ve Sindoqa Dirav a Navdewletî (IMF) û Banka Cîhanî alîkariya Iraqê dikin û deyn didin. Dilawer Ajgeyî amaje bi wê yekê kir ku bandora wan li ser reformên ku Iraqê pê re mijûl in gelek e, eger Iraqê rêz li stratejiyan nû ya Yekîtiya Ewropayê negire, dikarin ji aliyê aborî ve jî ji Iraqê re pirsgirêk derxin û dorpêç bixin ser Iraqê.

 

Yekîtiya Ewropayê di stratejiya xwe ya nû de daxwaza parastina mafên pêkhateyan, olên cuda û siruşta civaka Iraqê dike, herwiha tekezî li ser wê yekê dike ku hemû pêkhateyên Iraqê beşdarî hilbijartinan bibin û hikûmeta nû ya Iraqê hikûmeteke giştgîr bibe û nûnertiya hemû pêkhateyan bike.

 

Navê Herêma Kurdistanê di stratejiya nû ya Yekîtiya Ewropayê de çendîn car hatiye bikaranîn û Dilawer Ajgeyî di wê baweriyê de ye ku li gel tekezîkirina çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê "bikaranîna navê Herêma Kurdistanê peyameke gelek giring e û amajeyeke gelek baş e".

 

Stratejiya nû ya Yekîtiya Ewropayê li ser Iraqê

 

- Çareserkirina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê

 

- Cîbicîkirina destûra Iraqê

 

- Parastina yekparçeyî û serweriya xaka Iraqê

 

- Navbeynkariya Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê

 

- Pêkanîna hilbijartinên Iraqê di dema xwe de

 

- Beşdarbûna Herêma Kurdistanê di hilbijartinên Iraqê de