Encumena Ewlehiyê çima li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê nacive?
New York - Zêdetirî du hefteyan e krîza Sûriyeyê û metirsiya li ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye lê heta niha Encumena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser vê pirsê ti civîn nekiriye.
Nivîskarek hişyarî dide: "Ev nûçeyeke xerab e ji bo Kurdan û alîkariya vejîna DAIŞê dike."
Baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê vala xuya dike û ti welatê endam ji bo nirxandina rewşa Kurdên li Sûriyeyê daxwaza civînê nekiriye.
Lêkolerê payebilind ê li Peymangeha Lêkolînên Polîtîkaya Karên Derve Mohammed Salih amaje bi metirsiyên li ser Kurdan kir û da zanîn ku bêdengiya cîhanê cihê dilgiraniyê ye.
Alîkarê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq li ser pirsa nûçegihanê Rûdawê ya derbarê wê bêdengiya navneteweyî de got,"Sekreterê Giştî ragihandiye ku divê parastina xelkê sivîl wekî karekî li pêş bimîne.
Berpirsyariyeke zelal a hemû aliyan heye ku xwe ji wan karên bibin sedema metirsiya li ser xelkê sivîl yan gurtirkirina aloziyan dûr bixin."
Farhan Haq her wiha derbarê wê yekê ku çima ti welatî daxwaza civînê nekiriye jî got:
"Encumena Ewlehiyê çend caran li ser rewşa Sûriyeyê kar kiriye. Ew bi wan ve girêdayî ye ku biryarê bidin ka dê li ser rewşa beşa bakur çi bikin."
Nivîskarê pirtûka "Piştî Xîlafetê", Colin Clarke hişyariya encaman dide û ji Rûdawê re got:
"Bêyî zêdekirin, ev îhtimaleke rastîn heye ku alîkariya vejîna DAIŞê bike. Heke DAIŞ bikaribe serkeftineke propagandeyî bi dest bixe û hêza xwe ya mirovî xurt bike, ev nûçeyeke xerab e ji bo Sûriyeyê, gelê Kurd û hemû herêmê.”
Li ser medyaya civakî jî gelek Kurd rexneyê li civaka navneteweyî û bi taybetî li welatên Rojava digirin.
Ew dibêjin piştî ku wan di şerê dijî DAIŞê de qurbaniyên mezin da, niha pişt li wan hatiye kirin.