Brîtanya: Me ji Şamê xwestiye ku mafên Kurd û pêkhateyan nas bike
London - Wezîrê Kar û Barên Rojhilata Navîn ê Brîtanyayê Hamish Falconer eşkere kir ku ew dixwazin li Sûriyeyê rewşê aram bikin û wan ji Şamê xwestiye ku mafên Kurd û pêkhateyan bide.
Wezîrê Brîtanyayê Hamish Falconer di bersiva pirseke Rûdawê ya derbarê aloziyên vê dawiyê yên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê eşkere dike ku welatê wî hewl dide rewşê aram bike.
Hamish Falconer her wiha da zanîn ku di serdana xwe ya Şamê de, meseleya mafên Kurdan li gel berpirsên hikûmeta Sûriyeyê gotûbêj kiriye.
Hamish Falconer ji nûçegihanê Rûdawê Zinar Şînor re got, "Em rewşê gelekî ji nêzîk ve dişopînin û li gel hevalbendên xwe li ser vê guftûgoyê dikin. Armanca me ew e ku tundî nemîne û rewş were aramkirin."
Falconer di beşeke din a axaftina xwe de behsa naveroka serdana xwe ya meha Tebaxê ya Şamê û civîna bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê re kir.
Wezîrê Brîtanyayî di bersiva wê pirsê de ku gelo di wê serdanê de behsa mafên Kurdan hate kirin yan na de got, "Mafên kêmneteweyan gelekî girîng in û me ew pirs li gel Wezîrê Karên Derve di meha Tebaxê de bi awayekî zelal behs kiriye."
Ev daxuyaniya berpirsê paybilind ê Brîtanyayê di demekê de ye ku tenê du roj ji bo wê dema ku hikûmeta Sûriyeyê ji bo HSDyê diyar kiribû mane da ku plana tevlîkirina hêzên xwe di nav Artêşa Sûriyeyê de pêşkêş bike.