Mesrûr Barzanî û Jean-Noel Barrot: Divê mafên Kurdan bên parastin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê li Davosê civiyan.

Her du aliyan nîgeraniya xwe ya kûr li hemberî zêdebûna aloziyên li Sûriyeyê anî zimên û tekezî li ser parastina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Îro li Davosê di çarçoveya Foruma Aborî ya Cîhanê de pêşwaziya Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de guherînên dawî yên li Îraqê û hevdîtinên aliyên siyasî yên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal hatin gotûbêjkirin.

Pêwendiyên Hewlêr û Parîsê

Di destpêka hevdîtinê de, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê "silav û rêzên" Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron gihandin Mesrûr Barzanî û tekezî li ser "dostaniya dêrîn û bipêşxistina zêdetir a pêwendiyên navbera Parîs û Hewlêrê" kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî spasiya piştgiriya berdewam a hikûmet û gelê Fransayê kir.

Rewşa Sûriyeyê û metirsiya DAIŞê

Mijareke "sereke û girîng" a civînê rewşa leşkerî ya li Sûriyeyê bû.

Her du aliyan dilgiraniya xwe ya kûr nîşan da û diyar kir ku şer û pevçûn "gefeke cidî ne li ser aştî û aramiya herêmê" û dibin sedema bihêzbûna terorîstên DAIŞê.

Çareserî û mafên Kurdan

Mesrûr Barzanî û Jean-Noel Barrot derbarê çareserkirina pirsgirêkan de hevnêrîn bûn ku divê pirsgirêk bi rêya diyalog û dan û standinan werin çareserkirin, bi awayekî ku "mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan" bên garantîkirin.