Jeremy Corbyn: Divê 40 milyon Kurd çarenivîsa xwe diyar bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Brîtanyayê Jeremy Corbyn nameyeke fermî ji Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooperê re şand û bal kişand ser aloziya leşkerî ya li başûrrojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê.

Corbyn di nameya xwe de daxwaz ji hikûmeta Brîtanyayê kir ku ji bo naskirina nasnameya Kurdan û mafên birêvebiriya xwecihî di destûrê de bikeve navberê û rola xwe bilîze.

Siyasetmedarê naskirî yê Brîtanyayê û Parlamenterê Islington Northê Jeremy Corbyn di nameya xwe ya 21ê Kanûna Paşîn a 2026an de, rewşa "bêçaretiyê" ya piştî têkçûna agirbesta di navbera Artêşa Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de anî ziman.

Zêdetirî 155 hezar sivîl koçber bûne

Corbyn di nameya xwe de destnîşan kir ku ji ber operasyonên leşkerî yên ku bûn sedema derxistina hêzên Kurdan ji du taxên Helebê, zêdetirî 155 hezar sivîl koçber bûne.

Parlamenter hişyarî da ku zêdebûna aloziyê dê metirsiya mirin, wêranî û koçberiyê zêde bike û xemgîniya xwe anî ziman ku ev drama mirovî di medyaya Brîtanyayê de têra xwe cih nagire.

Hişyariya binpêkirinên giran ên mafan

Corbyn tekez kir ku bipêşveçûna hêzên hikûmeta Sûriyeyê ya bi hevahengiya Tirkiyeyê, "zilm û zordariya li ser komên kêmine" û "metirsiya şerê navxweyî" zêde dike û di nameyê de wiha got:

"Rêxistinên mafên mirovan; derbarê girtinên kêfî, windakirina bi zorê, înfazên bê daraz, tolhildana li hemberî sivîlan û êrişên li ser binesaziya sivîl de dilgiraniyên xwe yên cidî tînin ziman."

“Kurd li cîhanê koma herî mezin a bê dewlet in”

Corbyn diyar kir ku gelê Kurd demeke dirêj e ji mafê diyarkirina çarenivîsa xwe bê par hatine hiştin û got:

"Bi nifûsa xwe ya nêzîkî 40 milyonî, Kurd yek ji komên herî mezin ên etnîkî yên cîhanê ne ku welatekî wan ê taybet bi wan nîne."

Corbyn bangî hikûmeta Brîtanyayê kir û got, "Naskirina mafê Kurdên Sûriye, Îraq, Îran û Tirkiyeyê yê biryardayîna li ser paşeroja xwe xwedî girîngiyeke jiyanî ye."

Çar daxwazên şênber ji hikûmeta Brîtanyayê

Jeremy Corbyn ji Wezîra Karên Derve Yvette Cooperê xwest ku hikûmeta Brîtanyayê piştgiriyê bide van çar xalan:

Muzakereyên ji bo agirbestê: Piştgiriya muzakereyên berfireh ên di navbera rayedarên Sûriyeyê û nûnerên Kurd de ku armanca wan agirbesta demildest be.

Parastina kêmineyan: Daxwaza garantiyên şênber ên parastinê ji bo sivîl û kêmîneyan li hemberî tolhildan û koçberiya bi zorê.

Naskirina destûrî: Parastina naskirina destûrî ya nasname, ziman û mafê xwerêveberiya xwecihî yê Kurdan.

Çavdêriya serbixwe: Piştgiriya mekanîzmayeke çavdêriyê ya serbixwe ku rêkarên agirbestê bişopîne û binpêkirinên mafên mirovan belge bike.

Corbyn nameya xwe bi gotinên "Piştî şerekî ku ji deh salan zêdetir ajot, hemû Sûriyeyî heqê aştiyeke mayînde dikin" bi dawî kir û bangî hikûmeta Brîtanyayê kir ku parastina hiqûqa navneteweyî bike û piştgiriyê bide çareseriyeke aştiyane ya li ser bingeha dadmendî, wekhevî û beşdariya siyasî.