'Serkêşiya têkçûyî ya Tom Barrack'

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Nivîskarên rojnameya The Wall Street Journalê di gotarekê de bi sernavê "Serkêşiya Têkçûyî ya Tom Barrack" polîtîkayên Amerîkayê yên li Sûriyeyê rexne kir û hişyarî da ku Washington bi jiyana hevpeymanên xwe yên Kurd qumarê dilîze.

Wergera gotara Desteya Nivîskarên The Wall Street Journalê wiha ye:

“Serkêşiya Têkçûyî ya Tom Barrack

Çima li Sûriyeyê lez tê kirin? Zehmet e ku mirov berjewendiyeke Amerîkayê ya zelal di jiholêrakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a bi serkêşiya Kurdan de bibîne, bi taybetî bi wê leza ku çarenivîsa wan girtiyên DAIŞê bixe metirsiyê ku di bin destê wan de ne.

Ev metirsî derket holê, piştî ku hinek girtî reviyan, vê yekê artêşa Amerîkayê neçar kir ku roja çarşemê destwerdanê bike û beşekî wan veguhêze Îraqê.

Hîn jî karta zextê ya cezayan di destê Serokê Amerîkayê de ye ku dikaribû ji bo sepandina rawestandina daîmî ya wê tundiyê bikar bîne ku desthilata Sûriyeyê ya bi serokatiya Ehmed Şer li dijî HSDyê pêk tîne. Lê ev yek pêk nehat.

Siyaseta Amerîkayê niha ji aliyê Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Tom Barrack ve tê birêvebirin ku di heman demê de wekî nûnerê Sûriyeyê kar dike.

Tê zanîn ku karên pêşîn ên Tirkiyeyê bidawîanîna hebûna leşkerî ya Kurd e, di demekê de ku Enqere piştevana herî mezin a Şer e.

Roja duşemê, Serokê Amerîkayê pêwendî bi Şer re kir û roja din Barrack daxuyaniyek da ku wekî ragihandina bidawîanîna HSDyê xuya dikir, dema got, rola sereke ya wan hêzan di şerê dijî DAIŞê de bi dawî bûye û Şam amade ye dosyeya ewlehiyê wergire, bi birêvebirina girtîgehên rêxistinê jî.

Lê ev "amadehî" her ji roja ewil ve lawaz derket, dema Şamê ragihand ku 120 girtiyên DAIŞê reviyane.

Ev yek sedema destwerdana bilez a fermandariya leşkerî ya Amerîkayê ye ji bo veguhastina girtiyan a Îraqê, dûrî kontrola rejîma nû ya Sûriyeyê.

Tenê salek berê, Ehmed Şer serkêşiya komeke cîhadî dikir. Îro, çekdarên wan koman bûne pêkhateya sereke ya artêşa Sûriyeyê ku hîn jî têkeliyeke e ji mîlîsên xwedî gelek girêdan û gelek fermandarî, di nav wan de çekdarên biyanî di cihên hestyar de hene.

Ti garantiyeke rastîn tune ye ku ev hêz rûbirûbûneke cidî li gel DAIŞê li deverên dûr bikin, yan di şerê dijî komên Îslamî yên Sunî yên din de cihê baweriyê bin.

Tenê bibîranîna bûyera kuştina sê Amerîkiyan a meha borî li ser destê endamekî hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê bes e.

Tevî eşkerekirina pêwendiyên wî yên bi rêxistina DAIŞê re, hat gotin "dûrxistina" beriya êrişê "ne zehmet bû". Mijar wekî rewşeke lezgîn nehat dîtin.

Li hemberî vê yekê, Amerîka rûbirûyî van cûre gumanan li gel HSDyê nebû ku şerekî bibandor li dijî DAIŞê kir.

Heta dema Serokê Amerîkayê got, Kurd "bêhtir ji bo xwe di şer de ne ne ji bo me," ev giringiya tiştê wan pêşkêş kiriye kêm nake.

HSDyê bedeleke mezin a mirovî da û bi hezaran şervan winda kirin, da ku Amerîka neçar nebe rasterast bikeve şerê bejahî.

Piştî têkçûna DAIŞê, di dosyeya petrolê de hevahengî li gel Washingtonê berdewam kir û bi hezaran endamên rêxistinê girtin, vê yekê gelek welat, bi taybetî yên Ewropayê, ji barê wergirtin û dadgehkirina wan rizgar kirin.

Bi gotineke zelaltir, Kurdan erka herî giran li şûna yên din bi cih dianî. Pirsa niha ev e: Gelo ev qurbanîdan dê bi xiyanetê were xelatkirin?

Şer, di pêşveçûnên leşkerî de pişta xwe bi komên çekdar ên eşîrîve  girê dide. Eger ev hêz ewil bigihin girtîgehên DAIŞê, dê karesat çêbibe.

Eger herin deverên ku piraniya wan Kurd in, çi bi rêya van koman be çi hêzên rejîmê, metirsiya ducarebûna komkujiyê dê bibe rastî.

Ev berê bi Elewî û Durziyan re sala 2025an qewimî, bêyî ku lêpirsîneke cidî hebe, tevî sozên Şer.

HSDyê pişta xwe bi rola Amerîkayê girê dabû ji bo rêlibergirtina pêşveçûnên Şer, heta digihêje şêwazekî dadperwerane ji bo yekbûna niştimanî.

Di vê çarçoveyê de, asayî ye ku Kurd dudil bin di hilweşandina hêzên xwe û tevlîkirina wan a li gel artêşekê de ku desthilat tê de hêdî hêdî di destê yek zilamî de kom dibe.

Îro, Amerîka qumarê bi jiyana hevpeymanên xwe yên Kurd û berjewendiya xwe ya ewlehiyê ya di şerê dijî DAIŞê de dike.

Her du jî rêlibergirtina li her êrişeke ji nişka ve dikin pêwîstî. Dibe ku leza Tirkiyeyê hebe di têkbirina HSDyê de lê ne di berjewendiya Washingtonê de ye ku di vê rêyê de bibe hevpar."