Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîka Barack Obama û Serokwezîrê Kanadayê Stephen Harper li ser lîstokên olîmpiyada Soçî ya Rûsyayê merc girtin lê Obama derda Harper.
Serokê Amerîka Obama û Serokwezîrê Kanada Harper, bi rêya twîtterê li ser lîstika hokey ya navbera tîmên Amerîka û Kanadayê li olîmpiyada Soçî ya Rûsyayê merc girtin.
Li gorî merc, kîjan tîm bin ket dê serokê wî welatî ji serokê welatê din re kartonek bîra bikire.
Tîmên jinan û zilaman ên Kanada li tîmên jinan û zilaman ên Amerîkayê birin û derbasî qonaxa din a pêşbirkê bûn.
Li ser vê yekê, Obama jî 2 karton bîra derda Harper.
Harper li ser twîttera xwe wiha nivîsî: “Ez bêsebrane li benda 2 karton bîrayê xwe me.”
Obama sala 2010an jî bi Harper re li ser lîstikên olîmpiyada Vancoura Kanadayê merc girtibû û wê demê jî kartonek bîra derdabû Harper.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse