Navenda Nûçeyan - Serê sibeha îro Artêşa Ukrayna û çekdarên cudaxwaz bi dehan dîlên hevdû bi hev guhertin û ew prose jî li navçeyeke dûr ji hêla di navbera artêş û çekdaran de birêve çû.
Li gorî cudaxwazan, di wê proseyê de 139 leşkerên artêşa Ukrayna li hemberî 52 çekdarên cudaxwaz hatine guhertin.
Duhî leşkerên Artêşa Ukrayna bi basekê derbasî bajarê Lohansk hatin kirin û serê sibeha îro li gundê Zolobok yê ku 20 kîlometran dûrî wî bajarî dikeve, proseya bihevguhertina dîlan birêve çû.
Artêşa Ukrayna ragihand ku hemû ew leşker gihîşte cem wan û cudaxwazan jî ragihand ku piraniya kesên artêşê radestî wan kirine kesên sivîl in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse