Rexneya tund a Sûriyê ji NY li ser Efrînê!
Hewlêr (Rûdaw) – Balyozê hikûmeta Sûriyê li Netewên Yekgirtî di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî de ragihand, “Netewên Yekgirtî çavên xwe li ser êrişên Tirkiyê bo ser herêma Efrînê girtine.”
Encûmena Asayişa Navdewletî ya ser bi Netewên Yekgirtî ve îro Pênşemî 22ê Sibatê ji bo gotûbêjkirin û nirxandina rewşa Sûriyê û herwiha gotûbêjkirina projebiryara Kuwêt û Swêdê ya derbarê ragihandina agirbestê li Xûteya Rojhilat de civiya.
Di civînê de, Balyozê Sûriyê yê li Netewên Yekgirtî Beşar Ceiferî axivî û rexne li opersyona Tirkiyê ya bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê girt.
Beşar Ceiferî herwiha bi tundî helwesta civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî ya li hember Efrînê rexne kir û got: “Netewên Yekgirtî çavên xwe li ser êrişên Tirkiyê yên li ser Efrînê girtine.”
Di beşeke din a axavtina xwe de, Beşar Ceiferî got: “Xûteya Rojhilat dibe Heleba Duyem bi heman şêweyê Idlibê, çimku em teslîm nabin li hember gefên ewên ku piştgiriya terorîstan li Sûriyê kir.”
Ceiferî amaje bi wê yekê jî kir, “her dema ku Encûmena Asayişa Navdewletî dicive, komkujiyek li cihekê yan teqînek li ciheke din çê dibe.”
Balyozê Sûriyê yê li Netewên Yekgirtî spasiya Rûsyayê kir, ku daxwaza civîna Encûmena Asayişê kiriye, daku ew “behsa rewşa xelkên sivîl û tiştên ku ji ber tawana grûpên çekdarî ve tê serê wan bikin.”
Peyamnêrê Rûdawê li New Yorkê, Mecîd Nizamedîn Gilî jî ragihand, Rûsya bû sedem ku civîna Encûmena Asayişê derbarê ragihandina agirbestê li Xûteya Rojhilat de negihîje ti encamekê.
Gilî got, ji ber daxwaziyên Rûsyayê, gotûbêjkirina projebiryara Kuwêyt û Swêdê y abo ragihandina agirbestê li Xûteya Rojhilat bo demek din hat paşxistin.