Trump û Erdogan rewşa Sûriyê û 'herêma aram' gotûbêj kirin

22-02-2019
RÛDAW
Erdogan û Trump pêwnediyeke telefonî encam dan
Erdogan û Trump pêwnediyeke telefonî encam dan
Nîşan Tirkiye Erdogan Trump Sûriye Herêma aram
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di pêwendiyeke telefonî de rewşa Sûriyê û geşedanên li wî welatî û herêmê gotûbêj kirin.

 

Li gor medyaya Tirkiyê, Donald Trump û Recep Tayyip Erdogan di vê pêwendiya telefonî de, ku duh bi şev hatiye encamdan, pêwendiyên navbera herdu welatan û geşedanên herî dawî li Sûriyê gotûbêj kirin. Trump û Erdogan herwiha tekezî li ser giringiya piştgirîkirina li pêvajoya siyasî û têkoşîna hevbeş a li dijî terorê kirin.

 

Erdogan di vê pêwendiyê de hêviya xwe bo berdewamiya pêwendiyên Tirkiyê bi hevbeşên wê yên stratejîk re anî ziman.

 

Herwiha herdu lîderan amaje bi vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê kirin û tekezî li ser wê yekê kirin, vekişîna wan hêzan bi awayê be ku di berjewendiya herdu aliyan de be û zirarê nede armancên wan ên hevbeş.

 

Li gor medyaya Tirkiyê, Erdogan û Trump di berdewamiya gotûbêjên xwe de behsa pêwendiyên aborî û bazirganî yên navbera herdu welatan jî kirin û tekezî li ser berfirehkirina wan pêwnediyan, bi awayekê ku bigihe armanca 75 milyar dolarî ya plankirî, kirin

 

Koşka Spî jî derbarê vê pêwnediya telefonî de daxuyaniyek kurt da û têde ragihand, “herdu serok, derbarê avakirina herêma aram de tekezî li ser berdewamiya hemahengiyê” di navbera herdu welatan de kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst