Şerê bazirganiyê gur dibe, Trump bac zêde kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump di "şerê bazirganiyê" de gaveke nû avêt.
Trump ragihand ku wî baca gumrikê ya demkî ya ku dê ji bo 150 rojan li ser kel û pelên ji hemû cîhanê tên sepandin, ji sedî 10an derxistiye ji sedî 15an.
Dadgeha Bilind a Amerîkayê biryarên bacê yên berê betal kiribûn.
Trump piştî vê biryarê daxuyaniyek da û got:
"Ez rêjeya baca gerdûnî, ji sedî 10an derdim ji sedî 15an."
Dadgeha Bilind a Amerîkayê biryar dabû ku Yasaya Hêzên Aborî yên Bilez ên Navneteweyî (IEEPA) desthilata danîna bacê nade serok.
Tarîfeyên ku yên Trump xistibûn pratîkê xwe dispart vê yasayê.
Trump destnîşan kir ku ji bo parastina Amerîkayê ji pêkanînên bazirganî yên neheq ên welat û şirketên din, ew dê di çarçoveya Beşa 301ê û madeyên din de lêpirsînan bidin destpêkirin.