Almanyayê budceya kursên ziman qut kir: Derb li koçberan ket

Dusseldorf (Rûdaw) - Daîreya Koç û Koçberan a Almanyayê, di biryareke nû de kûrsên zimanê Almanî ji bo penaxwazan, Ukrayniyan û welatiyên Ewropî yên li wî welatî dijîn, rawestand.

Ev biryar bandorê li hezaran penaxwazên Kurd ên li Almanyayê dike, bi taybetî yên ku daxwazên wan hatine redkirin.

Karmendê Şaredariya Oldenburgê Cemal Nermo beşdarî bernameya Diyasporayê ya Rûdawê bû û ragihand ku ew kesên hêj mafê penaberiyê wernegirtine, ji kûrsên bêpere yên ziman û xweguncandinê (entegrasyonê) tên bêparkirin û ji niha û pê ve her penaberek divê ji bo beşdarbûnê sê hezar Euro bide.

Biryar ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî yê Almanyayê Alexander Dobrindt ve hatiye dayîn û bûye sedema nerazîbûna hin partiyên siyasî, ku bawer dikin ev yek ziyanê digihîne prêvajoya xweguncandina koçberan û tevlîbûna wan a li bazara kar.

Biryara nû ya Almanyayê ya li ser koçberan rastî rexneyan hat

Wezîrê Karên Navxwe yê Almanyayê Alexander Dobrindt beşdariya belaş a kursên entegrasyonê bi awayekî berbiçav kêm kir.

Ji niha û pê ve tenê ew kesên ku mafê wan ê mayînê yê misoger heye dê karibin li ser hesabê dewletê beşdarî van kursan bibin.

Kîjan koçber dê mexdûr bibin?

Ev biryar herî zêde bandorê li Ukrayniyên li Almanyayê dijîn dike.

Her wiha penaberên ku dosyeya wan hîn didome, kesên bi mafê "tehemulkirinê" (Duldung) û koçberên ji welatên Yekîtiya Ewropayê êdî nikarin kursên belaş bistînin.

Eger cih hebe, ew tenê dikarin bi pereyên xwe beşdarî kursan bibin.

Beriya niha di serdema hikûmeta berê de, ev kurs ji bo hemû kesên dildar vekirî bûn.

Tê pêşbînîkirin ku ji sedî 50yê beşdaran êdî nikaribin ji xizmeta belaş sûdê wergirin.

Sedem mesrefên zêde ne

Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê dibêje ku mesrefa kurseke asayî ji bo her kesî nêzîkî 3 hezar euro ye. Mesrefa ji bo kesên nexwenda 8 hezar euro ye.

Partiyên wekî CDU û CSUyê piştgirî da vê biryarê.

Hat diyarkirin ku di 5 salên dawî de mesref ji sedî 177 zêde bûye û salane gihîştiye 1,3 milyar euroyan.

Li gorî plansaziyê, li şûna kursên entegrasyonê dê "kursên destpêkê yên rênîşandanê" werin zêdekirin ku demjimêrên wan kêmtir in.

Rexne û dilgiraniyên li ser biryarê

Gelek pispor û mamosteyên ziman li dijî vê biryarê derketin.

Li gorî wan, fêrnebûna ziman dê tevlîbûna bazara kar bi paş bixe û ev yek dê paşê zêdetir zirarê bide aboriya Almanyayê.

Her wiha Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Partiya Kesk jî ev biryar rexne kirin.

Hat ragihandin ku wezîrê navxwe ev biryar bêyî şêwra bi partiyên din ên di nava hikûmetê de daye.