Rewşa penaxwazên Kurd ên Êzidî yên li Ewropayê xerabtir dibe

Dusseldorf (Rûdaw) - Rewşa penaxwazên Kurdên Êzidî yên li Ewropayê roj bi roj xirabtir dibe û daxwazên wan ên mafê penaberiyê bi girseyî tên redkirin.

Her çi qasî Almanyayê berê bi hêsanî mafê mayînê dida Êzidiyan û sala 2023yan komkujiya li wan wekî "komkujî" nas kiribe jî niha rewş berevajî bûye.

Niha daxwazên mafê penaberiyê yên Kurdên Êzidî yên li Almanyayê û welatên din ên Ewropayê bi girseyî tên redkirin.

Bihêzbûna partiyên rastgir bandorê dike

Serokê Civata Navendî ya Êzidiyan a li Almanyayê Dr. Îrfan Ortac beşdarî bernameya "Diyaspora"yê ya Rûdawê bû.

Dr. Îrfan Ortac ragihand ku rewşa penaberên Êzidî ya li Ewropayê ber bi xirabbûnê ve diçe.

Ortac diyar kir ku ev nêzîkatiya nû ya Ewropayê ji ber bihêzbûna partiyên rastgir û guherîna siyaseta partiyên din a li dijî penaxwazan e.

Metirsiya dersînorkirinê li ser 40 hezar kesî heye

Li gorî amarên fermî, daxwaza zêdetirî 40 hezar penaxwazên Êzidî yên li Yekîtiya Ewropayê hatiye redkirin û metirsiya dersînorkirinê li ser wan e.

Di heyama her du salên dawî de jî zêdetirî 400 Êzidî ji Ewropayê hatine dersînorkirin û ew vegerandine Herêma Kurdistanê.

Dr. Îrfan Ortac amaje pê kir ku tevî eyaleta Nordrhein-Westfalenê ya Almanyayê biryara dersînorkirina Êzidiyan rawestandiye jî ti hêviyek tune ku dersînorkirin li seranserê Almanyayê û welatên din ên Ewropayê bi awayekî giştî were rawestandin.

Ortac da zanîn ku êdî mafê penaberiyê bi awayekî giştî nayê dayîn û divê her penaxwaz bi xwe îsbat bike ku jiyana wî di metirsiyê de ye.