Tatarên li Moskowê li koka xwe vedigerin: 'Zimanê min nasnameya min e'
Moskow (Rûdaw) - Li Navenda Çanda Tataran a Moskowê, zarok û mezinên ji temenên cuda hînî zimanê dayîka xwe dibin.
Federasyona Rûsyayê ji 89 herêman pêk tê û 29 ji wan herêmên neteweyî ne.
Bi tevahî, li Rûsyayê zêdetirî 190 netewe û 277 ziman û zarava hatine tomarkirin.
Her çi qasî Rûsî zimanê dewletê be jî zêdetirî 50 ziman li gel Rûsî xwedî statuyeke fermî ne û bi 105 zimanan perwerde tê dayîn.
“Eleqeya ji bo zimanê me zêde bûye”
Mamosteya zimanê Tatarî Rozaliye Xanyafiyevayê diyar kir ku demên dawî eleqeya ji bo zimanê wan zêde bûye û got:
“Di van salên dawî de baldarî ji bo zimanê me yê dayîkê, zimanê Tatarî gelekî zêde bûye.
Zimanê dayîkê ji bo hemû neteweyan pir girîng e.
Lewra, mirovê ku zimanê xwe yê dayîkê nizane, ew dîroka xwe jî nizane û paşeroja wî gelî tune.
Ziman û bawerî ji bo me di cihê herî pêş de ne.
Loma jî niha eleqeya ji bo zimanê Tatarî bi pêş dikeve û gelek kes dixwazin hînî zimanê Tatarî bibin.”
Parastina kodên çandî
Li vê navendê hemû mamoste bi awayekî xwebexş dersê didin.
Armanca wan a sereke parastina kodên çanda neteweyî ye.
Mamosteya xwebexş Asiye Batkayevayê behsa keça xwe kir û wiha axivî:
“Keça min 8 salî ye û li vir hînî zimanê dayîkê dibe.
Lê ne tenê hînî ziman dibe her wiha hînî çand û hunera Tatarî jî dibe.
Parastina zimanê xwe, parastina koda xwe ya çandê, wekî prensîb, garantiya parastina her neteweyê ye.
Bi rêya têgihîştina ziman, bi rêya têgihîştina çand, stran û govendê, zarokên me dikevin kûrahiya çanda gelê xwe, ew nas dikin û digihêjin zanebûna aîdiyeta xwe.”
Yên herî pîr û kal jî tên kursan
Di van salên dawî de, Tatarên pîr û kal ên ku li Moskowê dijîn jî bi daxwazeke mezin tên kursên zimanê dayîkê.
Li navendê ji bo kişandina bala zarok û ciwanan a ser ziman û çanda neteweyî, şêwazên ciyawaz tên sepandin.
Mamosteya muzîk û koreografiyê Îlmîra Galîmovayê li ser şêwaza wan ev agahî dan:
“Li vê navendê ji bilî hînbûna ziman, em stranan dibêjin, reqsê dikin, şanoyan amade dikin.
Di ser afirîneriyê re em hînî zimanê xwe yê dayîkê yê Tatarî dibin.
Par di pola min de tenê pênc kes hebûn, îsal 15 kes in.
Wate, daxwaz heye, dayîk û bav dixwazin zarokên wan hînî zimanê Tatarî bibin.”
Li Rûsyayê zimanên neteweyan bi destûrî hatine garantîkirin lê di van salên dawî de 15 ziman êdî ketine lîsta zimanên windabûyî.
Li aliyê din, her ku diçe dirûşma "Zimanê Min Nasnameya Min e" hîn zêdetir di nav neteweyan de belav dibe.