Ji mirinê ber bi perwerdeyê ve: Kurd dikarin ji Auschwitzê sûdê wergirin?
Polonya (Rûdaw) - Salên 40î yên sedsala borî xelk bi trênan bi awayekî komî dianîn Kampa Komkujiyê ya Auschwitzê.
Qurbanî ji girtiyên Sovyetê, Qereçiyên Ewropayê, mixalifên Polonî û hejmareke zêde ya Cihûyan pêk dihatin.
Tevî cudahiya şêwazên kuştinê yên wekî xeniqandina bi gazê, bidarvekirin an jî gulebarankirinê hemû rûbirûyî heman çarenivîsê dibûn.
Auschwitz niha bûye muzexaneyeke mezin. Ev der dîroka zêdetirî milyonek mirovî vedibêje ku bi zorê anîne vê kampê.
Piraniya wan bi zindî ji vê kampê derneketiye.
Cihû tenê ji ber ku Cihû bûn û Sintî û Roman (Qereçî) jî (zêdetirî 20 hezar kesî) şandibûn Auschwitzê.
Di nav muzexaneyê de gelek pêşangehên niştimanî hene ku ji bo qurbaniyên welatên wekî Fransa, Belçîka û Holendayê hatine terxankirin.
Her wiha pêşangeheke taybet a ji bo Qereçiyan jî heye.
Navendeke perwerdeyê ye
Auschwitz ne tenê muzexaneyeke asayî ye.
Ew her wiha navendeke perwerdeyê ye ji bo têgihandina nifşê nû ya li ser encamên cudakarî û bêbakiyê.
Armanca perwerdeyî ya navendê hemû çîn û qadan li xwe digire.
Tê pêşniyarkirin ku kesên ji 14 salî mezintir serdana wê bikin da ku karibin girîngî û dîroka cih fêm bikin.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Polonyayê Ziyad Reûf li yek ji odeyên Muzexaneya Auschwitzê ji Rûdawê re axivî.
Ziyad Reûf behsa wê yekê kir bê Poloniyan çawa kariye dîroka komkujiya xwe zindî bihêlin û belge bikin.
Wî amaje bi kel û pelên qurbaniyan ên wekî pêlav û çenteyan kir.
Her yek ji wan kel û pelan çîroka jiyaneke jidestçûyî vedibêje.
Muzexaneya Auschwitzê sala 1947an li ser pêşniyaza girtiyên wê derê hatiye avakirin.
Armancên sereke parastina belge û kel û pelên qurbaniyan ên ji bo nifşên paşerojê ne.
Her wiha perwerdekirina ciwanan da ku bûyer dubare nebin û arşîvkirina belgeyan a ji bo dîroknas û sînemakaran armancên din in.
Dersên ji bo Kurdistanê
Ziyad Reûf tekezî li ser aliyê perwerdeyê kir û bal kişand ser damezirandina navenda perwerdeyê û hola konferansan.
Wî diyar kir ku ji bo gihandina zanyariyan a ji nifşê nû re teknolojiya nû tê bikaranîn.
Reûf ev ezmûn bi komkujiyên li Kurdistanê re berawird kir û got:
"Gelek belgeyên wan tawanan ji holê rabûne yan jî di metirsiyê de ne."
Lewma pêwîst e bi heman awayî ji bo parastin û belgekirina komkujiya Kurdistanê jî xebat bên kirin.
Li gorî gotina Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Polonyayê kariye ji dîrokeke trajîk sûdê wergire da ku paşerojeke baştir û aştîxwaz ava bike.
Di vê çarçoveyê de gelek caran berpirsên Herêma Kurdistanê, Wezîr û şandeyên Wezareta Kar û Barên Şehîd û Enfalkiriyan hatine vexwendin.
Armanc ew e ku ew ezmûna Polonyayê ya di arşîvkirin û belgekirina komkujiyan de ji nêz ve bibînin.
"Herêma Kurdistanê bersiv nedaye"
Reûf diyar kir ku komkujiyên li Kurdan mîna yên Polonyayê nehatine arşîvkirin û bi başî nayên vegotin.
Wî amaje bi wê yekê jî kir ku pisporên Polonyayê amade ne serdana Kurdistanê bikin.
Ew dixwazin di pêvajoya arşîvkirina belgeyên Enfal û Helebceyê û bikaranîna wan a ji bo qada perwerdeyê de alîkariya Kurdistanê bikin.
Lê mixabin tevî ku ev pêşniyar hîn vekirî ye jî heta niha ji aliyê Herêma Kurdistanê ve ti bersiv nehatiye dayîn.
Ziyad Reûf her wiha eşkere kir ku li Polonyayê cudahî di navbera nifşê qurbaniyan û nifşê encamderên tawanan de nayê kirin, ji ber ku nifşê nû ji tawanên raborî ne berpirsyar e.