Beşa Grafîkê ya Rûdawê xelateke navneteweyî wergirt

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê careke din xelateke din a navneteweyî bi dest xist.

Saziya Xelatên Navneteweyî li bajarê New Yorkê îsal di çarçoveya "Xelatên Dîzaynê yên Fransî" (French Design Awards) de, Xelata Zîvîn a di warê "Dîzayna Têgehî - Grafîk û Îlustrasyon" (Conceptual Design - Graphic & Illustration) de da Beşa Creative (Afirîner) a Tora Medyayî ya Rûdawê.

Beşa Creative ya Rûdawê ji çend dîzayner û grafîkerên afirîner pêk tê ku bi berdewamî karên nûjen pêşkêş dikin.

Komîteya Xelatên Dîzaynê yên Fransî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de wiha nivîsandiye:

"Tora Medyayî ya Rûdawê ya hêja, em kêfxweş in ku ji we re radigihînin karên we yên bêhempa di nava tevahiya pîşesaziya dîzaynê de bûne yek ji sembolên diyar û cihêreng."

Komîteyê her wiha ji Rûdawê re got:

"Piştî nirxandineke berfireh a karên we, em gihiştin wê encamê ku karên we mînaka herî bilind a kalîteyê ya wî warî ne, çimkî ramanên we yên bêqisûr û rêbaza we ya afirîner, her tim û ji hemû aliyan ve di ser pêşbîniyan re ne.

Loma, bi kêfxweşî radigihînin li ser bingeha nirxandina me ya pîşeyî, hûn wekî xwediyê Xelata Zîvîn a 'Xelatên Dîzaynê yên Fransî' a 2026an di warê 'Conceptual Design - Graphic & Illustration' de hatine destnîşankirin."

Birêveberê Beşa Grafîkê ya Tora Medyayî ya Rûdawê Mihemed Sefar got:

"Ev xelat ji bo hemû ciwanên dahêner ên Kurdistanê ye yên ku wek me bawer dikin ku dahênan bê sînor e.

Em dê di hewldanên xwe yên ji bo gihîştina dahênan û destkeftiyên zêdetir di paşerojeke nêzîk de berdewam bin."

Komîteya Xelatên Dîzaynê yên Fransî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de her wiha nivîsandiye:

"Destkeftên we yên bêhempa, wisa kiriye ku hewldanên we li ser asta navneteweyî bilind bên nirxandin û rêz li wan bê girtin.

Her wiha em spasiya we dikin li hember beşdariya we di Xelatên Dîzaynê yên Fransî de û bi kelecan li benda pêşkêşkirina berhemên we yên din ên hêja ne di gera me ya bê de."

 

Rûdawê bi çi xelat wergirt?

Di salvegera 12emîn a damezirandina Rûdawê de, tîma Grafîkê ya Rûdaw Digitalê hizra salvegereke ciyawaz kir û 12 dîzaynên bi wate çêkirin.

Dîzayn li ser mijarên cuda bûn ku pêwendiya wan bi hejmara 12an re hebû.

Wekî mînak: 12 Siwariyên Merîwanê, 12 dadwerên di sîstema dadweriyê de, 12 tabletên heriyê yên Gilgamêş û hwd.

Konsept û dîzayna kar ji aliyê Birêvebirê Beşa Grafîkê Mihemed Sefer ve hatiye kirin û Edîtorê Rûdaw Digitalê Hêmin Bekir di hilbijartina ramanan de alîkarî kiriye.

Naveroja pîrozbahiya Xelatên Dîzaynê yên Fransî (2026):

“Pîrozbahiyê li we dike!

Tora Medyayî ya Rûdawê ya hêja,

Em kêfxweş in ku ji we re radigihînin karên we yên bêhempa di nava tevahiya pîşesaziya dîzaynê de bûne yek ji sembolên diyar û cihêreng.

Piştî nirxandineke berfireh a karên we, em gihiştin wê encamê ku karên we mînaka herî bilind a kalîteyê ya wî warî ne, çimkî ramanên we yên bêqisûr û rêbaza we ya afirîner, her tim û ji hemû aliyan ve di ser pêşbîniyan re ne.

Loma, bi kêfxweşî radigihînin, li ser bingeha nirxandina me ya pîşeyî, hûn wekî xwediyê Xelata Zîvîn a 'Xelatên Dîzaynê yên Fransî' ya sala 2026an di warê 'Conceptual Design - Graphic & Illustration' de hatine destnîşankirin.

Bi navê Komîteya Xelatên Dîzaynê yên Fransî û saziya me, destxweşiyeke germ li we dikin li hemberî destkeftên we yên bêhempa ku wisa kiriye hewldanên we li ser asta navneteweyî bilind bên nirxandin û rêz li wan bê girtin.

Em hêvîdar in karên we di vî warî de di geşbûnê de berdewam bin û di paşerojeke nêzîk de bigihin astên bilindtir.

Her wiha em spasiya we dikin li hemberî beşdariya we di Xelatên Dîzaynê yên Fransî de û bi kelecan li benda pêşkêşkirina berhemên we yên din ên hêja ne di gera me ya bê de.

Daxuyaniya Tora Medyayî ya Rûdawê li ser wergirtina xelatê

Tora Medyayî ya Rûdawê bi kêfxweşî nûçeya wergirtina xelateke navneteweyî ji we re radigihîne.

Saziya Xelatên Navneteweyî li bajarê New Yorkê îsal di çarçoveya "Xelatên Dîzaynê yên Fransî" de, Xelata Zîvîn di warê "Dîzayna Têgehî - Grafîk û Îlustrasyon" (Conceptual Design - Graphic & Illustration) de da Beşa Grafîkê ya Tora Medyayî ya Rûdawê.

Beşa Grafîkê ya Rûdawê ji çend dîzayner û grafîkeêrn afirîner pêk tê ku bi berdewamî karên nûjen pêşkêş dikin.

Ev xelata cîhanî jî dê bibe hander ji bo afirîneriya zêdetir a wê beşa Tora Medyayî ya Rûdawê.

Komîteya Xelatên Dîzaynê yên Fransî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de nivîsandiye:

"Tora Medyayî ya Rûdawê ya hêja, em kêfxweş in ku ji we re radigihînin karên we yên bêhempa di nava tevahiya pîşesaziya dîzaynê de bûne yek ji sembolên diyar û cihêreng."

Birêvebirê Beşa Grafîkê ya Tora Medyayî ya Rûdawê Mihemed Sefer dibêje:

"Ev xelat ji bo hemû ciwanên afirîner ên Kurdistanê ye ku wekî me bawer dikin sînorê afirîneriyê nîne.

Em dê berdewam bin di hewldanên xwe de ji bo gihîştina bi afirînerî û destkeftên zêdetir di paşerojeke nêzîk de."

Komîteya Xelatên Dîzaynê yên Fransî di peyama xwe de ji bo Rûdawê dibêje,

"Destkeftên we yên bêhempa, wisa kiriye ku hewldanên we li ser asta navneteweyî bilind bên nirxandin û rêz li wan bê girtin."

Tora Medyayî ya Rûdawê bi piştevaniya xelkê Kurdistanê dê berdewam be li ser nûjenî û selmandina pêşengiya ciwanên Kurdistanê bi şêwazekî giranbiha, li ser asta herêmê û cîhanê.

Tora Medyayî ya Rûdawê
22-02-2026