Civaka Kurd a li Almanyayê Newroz pîroz kir
Berlîn (Rûdaw) - Her weke Kurdistanê, revenda Kurdî li Ewropayê agirê Newrozê pêxistin û merasîmên taybet sazkirin.
Li Berlîna paytextê Almanyayê, revenda Kurdî û beşeke dostên Kurd di yekem roja cejna Newrozê de hejmareke çalakî lidar xistin.
Wezîrê Karûbarên Civakî û Tendirustî yê Herêma Brandok dibêje, dema wê yekê hatiye ku Kurd weke sêyem neteweya mezin li Almanyayê bê naskirin.
Serokê Komeleya Kurdî li Almaniyayê jî di wê baweriyê de ye ku Kurdan selmandiye, ew hevbeşeke girîn û bawerpêkirî ne ji bo Almanyayê.
Li Nûnertiya Herêma Nordrhein a li Berlînê, di nav baxçeyê de ji bo her çar parçeyên Kurdistanê agirê Newrozê hat geşkirin.
Parlementerekî naskirî yê Almanyayê Volker Beck li ser wê yekê ku çima hikûmeta Almanyayê peyameke fermi ya pîrozkirina Newrozê nedaye, ji Rûdawê re diyar kir: “Eger di plana hikûmeta Almanyayê de nebûye, divê protokol bi xwe rojeke kultûrî peyda bike, ku hemû bêhnvedan têde hene û ez dibînim ku maf heye fikr li wê çendê bike.”
Li hola resepsiyona Newrozê lê hat pîrozkirin, serokê civaka Kurdî rexne li Almanyayê dike ku dive siyaseta wan baştir be li hember Kurdan û tundtir be li serdestên wan, li Almanya jî xwe bi beşek ji welat û dewletê dibînin.
Serokê Civaka Kurdî li Almanyayê Ali Ertan Toprak ji Rûdawê re diyar kir: “Em bi vê çalakiyê dixwazin diyar bikin ku em beşek in ji Almanyayê, em dixwazin bidin diyarkirin ku li vê derê li Almanyayê, dive em di pêşvebirina civak û siyasetê de rol werbigrin. Kurd grûpeke întegre ya giring e û bi taybetî di dema qeyranan de Kurdan îsbat kirine ku ew hevbeşên bawerpêkirî ne di şerê azadî û demokrasiyê de.”
Dostekî din ê wezîr li herêma Brandenburg ya Almanyayê, dixwaze Almanya êdî Kurdan weke grûpa sêyem a herî mezin a biyaniyan li Almanyayê, bi nasnameya wan a netewî hesab bike, ne li ser dewletên ku ew bêyî dilê xwe bûne hemwelatiyên wan.
Wezîrê Kar û Civak û Tendirustî yê Herêma Brandenburg, Andreas Butitner destnîşan kir: “Me siyaseteke konserfatîv li vî welatî heye li hember wan xelkên ku Newrozê pîroz dikin. Newroz beşek e ji Almanya û Kurdên li vê derê jî dijîn beşek in ji almanyayê û ez dibînim ku dive baştir rêz li vê yekê were girtin. Ez dixwazim amaje bi wê yekê bikim ku Kurd sêyem mezintirîn grûpa biyanî ye li Almanyayê, lê ew weke grûpeke serbixwe ya biyaniyan nayên naskirin û bi baweriya min ev pirsgirêk e û me pêwîstî bi nasîna Kurdan weke grûpeke serbixwe ya biyanî heye.”