Li Xirwatya kamyoneke koçberên Rojava qelibî
Hewlêr (Rûdaw) - Li Xirwatya kamyoneke koçberên rojavayê Kurdistanê qelibî û di encamê de 4 koçber ku xelkê Dêrik û Serê Kaniyê ya bûn jiyana xwe ji dest dan û 24 jî birîndar bûn.
Rûdaw pêwendî bi wê nexweşxaneyê re danî ku ew qurbanî tê de ne, rêveberê nexweşxaneyê tekez kir, ku 4 koçberan jiyana xwe ji dest dane û rewşa birîndarekî jî xirab e.
Li wê nexweşxaneyê 11 koçber têne dermankirin û li nexweşxaneyeke din jî, 13 kes têne dermankirin.
Rûdaw ligel birîndarekî wê bûyerê bi navê Ednan Hesen axivî û ji Rûdawê re got, wan ji Sirbiya bi qaçaxî xwe di nava kamyonekê de veşartibûn, hemû xelkê Dêrik û Serê Kaniyê ne û 2 zarok û 2 keç bi wan re bûn, lê di nav axa Xirwatya de kamyona wan duqulipe û gelek koçber di bin kamyonê de dimînin.
Polîsê Xirwatya jî mirina 4 penaberan piştrast kir û got, ew bûyer li ser rêya Otostrad li nêzîkî sînorê Bosnayê li bajarokê Okocani yê Xirwatya çêbûye ku 100 kîlometran ji paytexta wî welatî ji Zagrebê dûr e.