Şerekî bêdawî: Trump dikare çi bike?
Hewlêr (Rûdaw) - Eger li gorî planên îdareya Trump bûya, diviyabû şerê Amerîka û Îsraîlê yê bi Îranê re nêzîkî dawiyê bibûya lê di rastiyê de tiştek nêzîkî dawiyê nîne.
Piştî sê hefteyên operasyona Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê, qada şer çîroka hêzeke serdest vedibêje.
Hezaran êriş hatin kirin, serkirdeyên bilind hatin tunekirin û jêrxaneyên girîng hatin rûxandin.
Li gorî pîvanên Pentagonê bi xwe, operasyon ji dema ku jê re hatibû diyarkirin li pêştir e lê belê şer ber bi encamekê ve naçe.
Berevajî vê yekê, hêdî hêdî dibe tiştekî aloztir û metirsîdartir.
Li gorî pîvanên xwe operasyoneke bibandor
Ji aliyê leşkerî ve, operasyon gelekî wêranker bû. Zêdetirî 7 hezar û 800 armancan tenê ji aliyê Amerîkayê ve hatin lêdan.
Li zêdetirî 120 keştiyên deryayî yên Îranê hat xistin.
Pergala mûşekî, depoyên dronan û platformên avêtina mûşekan, hemû bi awayekî sîstematîk hatin lawazkirin.
Di operasyonên Îsraîlê de aktorên sereke yên serkirdayetiya Îranê hatin tunekirin.
Di nav wan de kesayetiyên bilind ên ewlehî, îstixbarat û Besîcê jî hene.
Heta amarên qurbaniyan jî, her çiqas trajîk bin jî, hesta kontrolê ya Pentagonê xurttir dikin.
Nêzîkî 2 hezar û 100 kes hatin kuştin. Ji van zêdetirî hezar û 300 kesan welatiyên sivîl in ku piraniya wan Îranî ne.
Qurbaniyên Amerîkayê li gorî vê yekê gelekî kêm in û tenê 13 kes in. Hinek ji wan jî ne ji ber şer, ji ber qezayan mirine.
Li cem fermandarên leşkerî yên Amerîkayê, ev wekî serkeftinekê xuya dike lê serkeftin di çi de ye?
Berxwedana Îranê
Tevî qebareya wêraniyê jî, Îran bêgav nemaye û xwe li gorî rewşê guncandiye.
Tiştê ku xuya dike ne dewleteke têkçûyî ye. Berevajî wê, dewletek e ku xwe bi rêxistin kiriye.
Ew êdî biçûktir û nenavendîtir e. Her wiha dibe ku di demeke kurt de metirsîdartir jî bibe.
Stratejiya Îranê veguheriye şerekî bi temamî cuda.
Ji ber ku Îran nikare rûbirûyî hêzên Amerîka û Îsraîlê bibe, li şûna ku hêza xwe bi hêza wan bipîve, xalên lawaz bi kar tîne.
Nûjeniya sereke pêkhateyî ye û ew jî pergaleke parastinê ya mozaîkî nenavendî ye.
Nêzîkî 30 navçeyên leşkerî yên nîvserbixwe bi rênimayên pêşwext kar dikin.
Eger serkirdayetî bê kuştin û fermandariya navendî bê têkdan jî ne girîng e, pergal dê her karê xwe bidome.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî dibêje, "Niha yekîneyên me yên leşkerî serbixwe ne û heta radeyekê ji hev qut in.
Her wiha ew li ser bingeha wan rênimayên giştî dixebitin ku pêşwext ji wan re hatine dayîn."
Ev rewş, nakokiya sereke ya şer eşkere dike. Ew jî ev e ku welatekî beşeke mezin a şiyana xwe ya leşkerî ji dest daye lê hîn jî di qada şer de dilîze.
Ew tengava ku her tişt guherand
Eger xaleke werçerxanê ya vî şerî hebe, ew ne serkeftineke li qada şer e. Belkî xaleke ji bo xeniqandina temamiya qada şer e, ew xal jî Tengava Hurmizê ye.
Îranê karî Hurmizê bike çeka xwe ya herî bibandor.
Ne ji aliyê serdestiyê ve, belkî ji wî aliyê ve ku bi rêya Hurmizê karî rewşê li Amerîka, herêm û cîhanê têk bide.
Di çend hefteyên borî de, Îranê bi mayîn, mûşek û belemên bilez li nêzîkî 20 keştiyên petrolhilgir xist.
Encam ne tenê ziyan e, belkî rêgirî ye. Çûn û hatina keştiyan hêdî dibe û bihayê bilind dibe.
Her wiha bazirganiya cîhanî felc dibe. Heta şiyana herî kêm jî, bandora herî zêde çêdike.
Ev yek nehevsengiyê bi zelalî derdixe holê.
Amerîka dikare ji sedî 99ê gefan ji holê rake, lê Îran tenê hewcedarî ji sedî 1ê ye da ku aboriya cîhanî felc bike.
Tiştê ku berê pêngaveke leşkerî bû, niha bûye krîzeke aborî.
Xeletiyek e, ne surprîz e
Senaryoya Tengava Hurmizê ji bo Amerîkayê ne tiştekî nediyar bû.
Îstixbarat û serkirdayetiya leşkerî ya Amerîkayê gelekî berê amaje bi wê yekê kiribû.
Xala lawaz dîrokî ye û vedigere çendîn dehsaliyan. Tiştê ku wekî şaşiyekê tê dîtin, tenê dem û mebest e.
Plansazên Amerîkî pêşbînî nedikir ku Îran bi vî lezî û bi vê şerxwaziyê şer veguherîne şerekî aborî.
Wan her wiha ew lez pêşbînî nekir ku Îran pê welatên cîran dike armanc û milmilaneyê li ser asta herêmî berfireh dike.
Encam: Amerîka kete nav şer bêyî ku alav û amûrên deryayî yên pêwîst ji bo parastina tengavê li cihê xwe bin.
Tevî vê yekê jî ti hevpeymaniyeke pêşwext nehatibû kirin ku amade be piştgiriya wî erkî bike.
Niha, îdareya Trump tengav bûye. Ew niha ji aliyê dîplomasî, leşkerî û stratejîk ve mijûlî qerebûkirinê ye.
Vebijêrkên Trump metirsîdar û aloz in
Tiştê ku vê kêliyê ji bo îdareya Trump metirsîdartir dike, nebûna rêyeke zelal a ji bo derketinê ye.
Ew vebijêrkên li pêşiya Trump ne çareserî ne. Berevajî, ew qumareke metirsîdar in û encamên wan ên çaverênekirî hene.
Vebijêrka yekem: Tengavê kontrol bike û rîskê bigire stûyê xwe
Eger Tengava Hurmizê bi felcbûyî bimîne, bandora wê ya aborî ya cîhanî dikare destkeftiyên leşkerî piştguh bike.
Çareseriya pêşniyarkirî pergaleke parastina deryayî ye.
Keştiyên cengî yên Amerîkayê ku dibe ji aliyê keştiyên hevpeymanan ve werin alîkarîkirin, dê di yek ji rêyên avî yên herî metirsîdar ên cîhanê de rêberiya tankerên bazirganiyê bikin.
Li ser kaxezê, kar asan xuya dike lê ew operasyoneke berdewam û tijî metirsî ye.
Her veguhastinek dibe rêyeke vekirî ji bo mayîn, mûşek, dron û belemên biçûk ên bilez ku çekdar tê de ne.
Heta bi pergala radarê ya pêşketî û piştgiriya asmanî jî, her aloz e.
Îrişeke serkeftî ya Îranê, lêdana tankerekê an jî ziyangihandina keştiyekê, dikare baweriya bi temamiya pergalê têk bibe.
Di dawiyê de şirketên keştiyaran û sîgortayê biryarê didin bê ka metirsî heye an na, ne hikûmet. Ev ne çareserî ye, ev qumareke berdewam e.
Vebijêrka duyem: Girava Xargê kontrol bike
Vebijêrka duyem ji parastinê vediguhere neçarkirinê. Girava Xargê navenda sereke ya hinardekirina petrola Îranê ye.
Nêzîkî ji sedî 90ê berhema petrola wî welatî bi rêya wê giravê tê hinardekirin.
Fikir zelal e: Wê kontrol bike da ku şahdemarê aboriya Îranê bixeniqînî. Lê cîbicîkirina wê qet asan nîne.
Ji bo gihîştina wê derê, divê hêzên Amerîkayê pêşî di heman wê tengava biberev de derbas bibin.
Paşê dê operasyoneke deryayî û bejahî li ber çavên hemû cîhanê rû bide ku encama wê nediyar e.
Eger serkeftî jî bibe, erk bi girtina giravê bi dawî nabe, belkî ji wê derê dest pê dike.
Dê pêwîstiya hêzên Amerîkayê pê hebe ku giravê li hemberî êrişên pêçewane yên ji nav axa Îranê biparêzin.
Mûşek, dron û her çi di cebilxaneya Îranê de mabe, dê li ser yek armanceke vekirî werin komkirin.
Metirsiyeke mezintir jî heye. Eger di dema êriş yan şerê paşê de ziyan bigihêje jêrxaneya petrolê, hemû mebesta stratejîk têk diçe.
Di heman demê de dê şokekê di bazara cîhanî de çêbike.
Ev vebijêrk di teoriyê de zextê çêdike lê di rastiyê de dikare bereyeke nû ya şer çêbike.
Vebijêrka sêyem: Êrişî navenda nukleerî bike
Yek ji hincetên sereke yên şer, bernameya nukleerî ya Îranê ye, bi taybetî jî depoya uranyuma dewlemendkirî ya li Îsfehanê.
Ji bo serederiya bi Îsfehanê re du rê hene.
Ya yekem berdewambûna bombebarankirinê ye. Ew jî bi bikaranîna teqemeniyên bihêz û giran ji bo binaxkirina madeya zengînkirî ya di bin erdê de ye.
Ev ji aliyê leşkerî ve vebijêrka herî ewle ye lê ne mayînde ye. Xwe dispêre çavdêriya berdewam û wê egerê ku mirov dikare her hewleke paşerojê ya ji bo derxistina wê di dema xwe de rawestîne.
Rêya duyem jî şandina hêza bejahî ye. Tîmeke pispor diçe nav tunelên jêrzemînî, cihê uranyumê dibîne û wê derdixe yan jî pûç dike.
Ev ne tenê operasyoneke leşkerî ye, di heman demê de operasyoneke teknîkî ye jî.
Pêwîstiya wê bi pisporên nukleerî heye ku bi hêza taybet re bin.
Metirsiyên operasyoneke bi vî rengî bi lez kom dibin.
Pêwîst e cih ji aliyê bi sedan leşkeran ve bê kontrolkirin.
Bê guman hêzên Îranê dê bi tundî wî cihî biparêzin.
Made bi xwe jî metirsîdar e. Ziyangihandina yek konteynirê dê bibe sedema belavbûna gaza jehrawî û tîrêjder.
Ev ew cure erk e ku eger şaşî tê de bête kirin, ne tenê bi bin dikeve, belkî rewşê aloztir jî dike.
Vebijêrka çarem: Serkeftinê rabigihîne lê pênaseya wê biguhere
Vebijêrka dawî ji aliyê leşkerî ve kêmtir dramatîk e lê ji aliyê siyasî ve ya herî aloz e.
Trump dikare wê vebijêrkê hilbijêre û êdî li cihekî raweste. Operasyonê wekî serkeftinekê nîşan bide. Ew dikare amaje bi lawazkirina şiyana leşkerî, tunekirina serkirdayetiyê û kêmkirina gefa herêmî bike.
Bi wateyeke din, armancê ji nû ve pênase bike û vekişe. Lê şer tenê ji ber ku aliyekî şer wisa dibêje bi dawî nabin.
Dê şiyana êrişkirinê ya Îranê bimîne. Ew jî yan bi rêya Tengava Hurmizê yan bi êrişên herêmî yan jî dibe ku bi operasyonên nihênî yên li derveyî qada şer be.
Di heman demê de dibe ku Îsraîl amade nebe raweste. Bi taybetî eger bibîne ku armancên wê yên temamnekirî hene.
Ragihandina serkeftinê dibe ku metirsiyên lezgîn kêm bike. An jî dibe ku xeyala bidawîhatinê çêbike.
Lê di rastiyê de milmilane tenê şêwazê xwe diguhere bo qonaxeke dirêjtir û kêmtir pêşbînîkirî.
Tiştê ku wan hemû vebijêrkan bi hev ve girê dide ne tenê metirsî ye, belkî nediyarbûn e.
Ti yek ji wan garantî nake ku Îran dê raweste. Ti yek ji wan dilniyayiyê nade ku tengav bi temamî tê vekirin.
Ti yek ji wan rewşeke dawî ya zelal û aram nade dest.
Ev ew xefika stratejîk e ku rewş ji bo Amerîkayê metirsîdar kiriye. Serdestiya leşkerî vebijêrk afirandine lê çareserî neaniye holê.
Xeyala guherînê
Yek ji hincetên her ji destpêka şer ve "guherîna rejîmê" bû. Wan bangeşeyan bi bêdengî paşvekişandin kir.
Ti belgeyeke pêbawer nîne ku operasyona niha bikaribe wê encamê bi dest bixe.
Di navxweyê Îranê de ti veqetîneke berfireh nîne. Ti rûxîneke navxweyî nîne û ti raperîneke cemawerî jî nîne.
Berevajî wê, arasteyeke pêçewane xuya dike ku ew jî yekbûn e.
Tiştê ku di nav desthilat û pergala Îranê de maye, tundtir xuya dike û amadekariya wê ya zêdetir heye ji bo berxwedanê. Şer desthilat lawaz kiriye, lê îrade bihêz kiriye.
Di dilê vê milmilaneyê de, cudahiyeke bingehîn heye. Amerîka operasyona leşkerî bi serkeftineke pîvaneyî cîbicî dike.
Lê belê Amerîka hîn jî li pey wan armancên siyasî ye ku hîn pênase nebûne û di gelek rewşan de jî dibe ku bi hevdû re neguncin.
Dawiyeke nediyar
Niha şer li cihekî metirsîdar asê maye. Gelekî serkeftî ye ji bo ku hincet ji bo berfirehkirinê hebe bêyî ti metirsiyekê.
Her wiha gelekî netemam e ji bo ku serkeftineke paqij bê ragihandin.
Gelekî têkder e jî ji bo ku piştguh bê xistin. Peyamên Donald Trump heta niha ne zelal in.
Her ji destpêkê ve Trump got tê pêşbînîkirin şer "çar an pênc hefteyan" bikêşe, lê dibe ku "çi qasî pêwîst bike" bidome.
Tevî ziyanên xwe jî hîn bandora Îranê ya aborî, stratejîk û derûnî heye.
Amerîka, tevî serdestiya xwe jî, rûbirûyî astengiyên siyasî, lojîstîk û hilkişîn û astengiyên cîhanî dibe.
Ev êdî ne pirsa şiyana leşkerî ye, ew hevrikî yekalî bûye. Belkî pirsa yekbûna stratejîk e.
Heta ew neyê pênasekirin, dê şer bidome. Ne ji ber ku divê wisa be, belkî ji ber ku kesî biryar nedaye bê dê çawa bi dawî bibe.