CENTCOM: Îranê ti balafirên me yên F-15 nexistine xware
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), ew îdiayên Îranê red kirin ku digotin wan balafireke şer a cureya F-15 a Amerîkayê xistiye xwarê.
CENTCOMê tekez kir ku di nava 3 heftiyên operasyonên asmanî de ti balafirên wan bi êrişa Îranê têk neçûne.
CENTCOMê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku raportên li ser xistina balafireke F-15 nerast in.
CENTCOMê piştrast kir ku hêzên Amerîkayê di çarçoveya operasyona "Hêrsa Destanî" de zêdetirî heşt hezar geştên şer pêk anîne û ti balafira şer a Amerîkayê ji aliyê Îranê ve nehatiye xistin.
Ev redkirin piştî wê yekê hat ku medyaya fermî ya Îranê û çend hesabên medyaya civakî bêyî belgeyan îdia kiribûn ku balafireke Amerîkayê hatine xistin.
Hinek vîdeo hatin belavkirin ku tê de dihat îdiakirin kêliya avêtina mûşekan û rûbirûbûna balafiran e lê ew vîdeo ne cihê baweriyê bûn.
CENTCOMê bi bîr anî ku roja 1ê Adarê, 3 balafirên şer ên cureyê F-15 ên Amerîkayê li asmanê Kuweytê bi xeletî ji aliyê pergala parastinê ya wî welatî ve hatibûn xistin.
Ev yek di dema rûbirûbûna êrişên mûşekî û dronî yên Îranê de qewimîbû. Li gorî CENTCOMê, hemû pîlot bi silametî rizgar bûbûn.
Amerîkayê ji xeynî vê rûdanê, bi fermî ti ziyaneke din a balafirên xwe piştrast nekiriye.
CENTCOM wan gotegotên li ser medyaya civakî wekî "propagandaya Îranê" bi nav dike û eşkere dike ku Tehran dixwaze serkeftinên xwe yên leşkerî mezin nîşan bide.