Ji bo Dilovan Barzanî li Londonê taziye hate danan

London (Rûdaw) – Li paytexta Brîtanya Londonê ji bo Dilovan Îdrîs Barzanî taziye hate danan. Kurdistaniyên nîtecihê Brîtanyayê ji bajarên din xwe gihandine Londonê û beşdarî taziyê bûn.

 

Ji her çar parçeyên Kurdistanê hemwelatî û nûnerên partiyên siyasî jî di taziyê de amade bûn.

 

Xaleta Dilovan Îdrîs Barzanî, Nazenîn Heme Ebdurehman Axa ji Rûdawê re ragihand: “Him Kurdistaniyan û him jî malbata me ev taziye danîn. Taziyeya me dereng ket ji ber ku ez li Kurdistanê bûm.”

 

Nazenîn Heme Ebdurehman Axa derbarê Dilovan Barzanî de got: “Dilovan mirovekî pir baş bû. Pir Kurdperwer bû. Beşdarî hemû bneyan dibû, di nava xelkê de bû lewma jî îro xelk ji ber koça dawî ya wî pir xembar in.”

 

Herwiha daxwaz kir, ku ev yek bibe sedema hevgirtin û yekrêziyê, kîn û rik nemînin.

 

Birayê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Dilovan Îdrîs Barzanî roja 2ê Nîsana 2018ê li bajarê Hewlêrê ji ber krîza dil  di 52 saliya xwe de koça dawî kir.

 

Nêçîrvan Barzanî û Dilovan Îdrîs Barzanî cêwî bûn û herdu bira 21ê Îlona 1966an li herêma Barzan ji dayîk bibûn.

 

Ji bo Dilovan Barzanî li Pîrmam a Hewlêrê 3 roj konê sersaxiyê hate danan û bi hezaran kes beşdarî şînê bûn.

 

Herwiha nûnerên partiyên siyasî, serok û sekreterên partiyan beşdarî taziyê bûn. Serok û serkirdeyên welatan jî peyama sersaxiyê şandin.