Trump derdikeve gera Rojhilata Navîn

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dê di navbera 13-16ê Gulanê de Erebistana Siûdî, Qeter û Îmaratê ziyaret bike.

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt di brîfînga çapemeniyê de rojên serdana Trump a Rojhilata Navîn piştrast kirin.

Leavittê diyar kir ku Trump dê di navbera 13-16ê Gulanê de here Erebistana Siûdî, Qeter û Îmaratê.

Lê belê derbarê serdanê de hûrgilî nehatin eşkerekirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di hin daxuyaniyên xwe yên berê de diyar kiribû ku ew ê di meha Gulanê de biçe Erebistana Siûdî.