Trump: Îran li ber têkçûnê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Îran ji ber dorpêçan li ber "têkçûneke mezin a aboriyê ye" û ji bo rizgarkirina ji vê rewşê "pêwîstiyan wan bi pereyan heye.

Trump îro li ser hesabê xwe yê tora civakî Truth Socialê bal kişand ser rewşa navxweyî ya Îranê.

Trump di daxuyaniya xwe de got, "Îran ji aliyê darayî ve li ber têkçûnê ye!

Ew dixwazin Tengava Hurmizê demildest were vekirin çimkî pêwîstiya wan bi pereyên neqd heye.

"Rojane 500 milyon dolarî ji dest didin"

Serokê Amerîkayê amarên nû yên derbarê zererên aborî yên Îranê de eşkere kirin.

Trump ragihand ku ji ber girtina Tengava Hurmizê û domandina dorpêçên deryayî, Tehran rojane 500 milyon dolarî ji dest dide.

Li gorî gotina Trump, krîza darayî gihîştiye nav saziyên ewlehiyê jî.

Trump li ser vê yekê got, "Artêş û polîsên Îranê gazinan dikin û dibêjin meaşên wan nayên dayîn."

Dirêjkirina agirbestê

Ev daxuyaniyên Trump di demekê de ne ku biryar bû berê sibeha îro saet 02:50î bi dema Hewlêrê, agirbesta di navbera Îran û Amerîkayê de bi dawî bibe.

Lê belê Trump beriya bidawîbûna agirbestê, biryara dirêjkirina wê da.

Trump li ser Truth Socialê wiha got, “Min ferman da artêşa me ku dorpêça xwe (dorpêça li ser benderên Îranê) bidomîne û ji hemû aliyên din ve jî bi amadekarî û şiyana xwe ya tam bimîne."

Trump her wiha anî zimên, "Em dê agirbestê dirêj bikin heta wî demê ku pêşniyara xwe pêşkêş dikin û dan û standin bi dawî dibin."