Bihayê derbasbûna ji Kanala Panamayê ji 130 hezar dolaran bû 4 milyon dolar

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber girtina Tengava Hurmizê, hat û çûna keştiyan a li Kanala Panamayê û mesrefên derbasbûna rasterast zêde bûne.

Her keştiya ku nexwaze bikeve dorê û rasterast derbas bibe, 4 milyon dolaran dide.

Li gorî rapora Birêvebiriya Kanala Panamayê, ji bo dabînkirina pêdiviyên sotemeniyê, parzûngehên Asyayê li şûna ku petrol û gazê ji welatên Kendavê bikirin ku pişta xwe bi Tengava Hurmizê ve girê didin, berê xwe dane kirîna petrol û gaza Amerîkayê û bi rêya wê kanala avî vediguhêzin.

Birêvebiriya Kanala Panamayê dibêje, hejmara navînî ya wan keştiyên ku rojane di kanala avî re derbas dibin di asteke bilind de ye.

Kanûna Paşîn 34 keştî û Adarê 37 keştî derbas bûne û Hinek rojan jî 40 keştî derbas bûne.

Birêvebiriya kanalê ragihand, "Ev zêdebûn rengvedana guherînên di şêwazên bazirganiya cîhanî û rewşa bazarê de ye, di nav de jî faktorên jeopolîtîk hene ku bandorê li rêyên sereke dikin."

Bihayê derbasbûna bilez firiya

Ew keştiyên ku di kanalê re derbas dibin, gelekî ji zû ve cihê xwe tomar dikin.

Ew keştiyên ku zûtir xwe tomar nakin û cih nagirin, bi navînî 5 rojan li bendê dimînin da ku karibin derbas bibin.

Lê belê mezadeke eşkere heye ku keştî dikarin bi rêya wê di kêliyên dawiyê de cihê derbasbûnê bikirin.

Birêvebiriya kanalê ragihand ku di mezada eşkere ya dawiyê de, ji bo keştiyeke gaza xwezayî ya şilbûyî 4 milyon dolar hatiye pêşkêşkirin.

Di çend hefteyên borî de jî du keştiyên petrolhilgir ji 3 milyon dolaran zêdetir pêşkêş kirine da ku rasterast di kanalê re derbas bibin û di dorê de nemînin.

Bihayê navînî yê mezadan di navbera çiriya pêşîn a par û sibata îsal de nêzîkî 130 hezar dolarî bû.

Ev rêje di mehên adar û nîsanê de derketiye 385 hezar dolaran.

Amarên Kanala Panamayê

Ji sedî 5ê bazirganiya deryayî ya cîhanê di Kanala Panamayê re derbas dibe û bikarhênerên wê yên sereke jî Amerîka û Çîn in.

Li gorî amarên fermî, di nîveka yekem a sala darayî ya 2026an de ku ji çiriya pêşîn heta îlonê didome, di kanala avî ya Panamayê re 6 hezar û 288 keştî derbas bûne.

Ev yek jî nîşan dide ku derbasbûna keştiyan li gorî par ji sedî 3,7 zêde bûye.