WSJ: Amerîkayê dest danî ser 500 milyon dolarên Îraqê
Hewlêr (Rûdaw) - Hinek berpirsên Amerîkayî û Îraqî dibêjin ku îdareya Donald Trump şandina dolaran a ji Îraqê re bi paş xistiye.
Her wiha bernameyên hevkariya ewlehiyê yên bi artêşa wî welatî re rawestandine.
Ev yek wekî zêdekirina zextên li ser Bexdayê tê dîtin da ku milîsên alîgirên Îranê belav bikin.
Rêgiriya li şandina 500 milyon dolaran
Rojnameya "Wall Street Journal" a Amerîkayê di raporekê de li ser zarê berpirsên Amerîka û Îraqê agahiyek belav kir.
Li gorî raporê, berpirsên Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê rê li ber şandina nêzîkî 500 milyon dolarê neqdî girtiye.
Tê gotin ku ew pere dê bi balafireke barhilgir bigihîja Bexdayê.
Ev pere dahata firotina petrola Îraqê ne ku di hesabên Banka Federal a New Yorkê de hatine komkirin.
Berpirsên Îraqî û Amerîkayî ragihand ku ji dema destpêkirina şerê Îranê yê dawiya meha sibatê ve, ev duyemîn barê dolaran e.
Washington şandina vî barî ya ji bo Banka Navendî ya Îraqê bi paş dixe.
Birîna alîkariyên leşkerî
Berpirsên Amerîkayî û Îraqî dibêjin ku Washingtonê Bexda agahdar kiriye.
Amerîka dê dabînkirina budceya hinek bernameyên rûbirûbûna terorê û perwerdeya hêzên çekdar jî rawestîne.
Ev rawestandin dê heta wê demê bidome ku êrişên milîsan bisekinin û Hikûmeta Îraqê ji bo belavkirina wan komên çekdar gavên cidî biavêje.
Ev biryar nîşaneyên wê zexta giran in ku li ser Bexdayê tên kirin.
Amerîka dixwaze Îraq xwe nêzîkî Washingtonê bike û pêwendiyên xwe yên nêzîk ên bi Tehranê re kêm bike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott jî got:
"Rêgirînekirina Hikûmeta Îraqê ya li van êrişan, bandoreke neyînî li pêwendiyên Amerîka û Îraqê dike.
Amerîka êrişên li ser berjewendiyên xwe qebûl nake.
Em li benda wê yekê ne ku Hikûmeta Îraqê hemû tedbîrên pêwîst wergire da ku komên milîs ên nêzîkî Îranê li Îraqê hilweşîne."
Dolar wekî karta zextê
Piştî sala 2003yan, Washington razî bû ku dahata petrola Îraqê ya ku salane digihîje bi dehan milyar dolaran, li Banka Federal a New Yorkê were parastin.
Ji bo vegerandina pereyan, banka navborî salane heta 13 milyar dolarên neqdî dişîne Bexdayê da ku aboriya Îraqê berdewam bike.
Beriya niha jî Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê zêdetirî 20 bankeyên Îraqê ceza kiribûn.
Ew bi tohmeta ku bi awayekî neyasayî dolar ji milîsan re veguhastine hatibûn cezakirin.
Her wiha komên çekdar bi wê yekê tên tohmetbarkirin ku bi rêya bikaranîna kartên bankeyê (Mastercard û Visa) û veguhastina wan a bo Îmaratê, dolar bi qaçaxî birine Îraqê û qezenceke zêde bi dest xistiye.
Bandora milîsan a li ser hikûmetê
Li gorî raporê, bandoreke mezin a komên çekdar ên wekî Feyleqa Bedir, Ketaîb Hizbullah û Esaîb Ehlilheqê di nav saziyên hikûmetê û sektora darayî ya Îraqê de heye.
Divê were gotin ku Îraq mijûlî hilbijartina serokwezîrekî nû ye û ev kom û Tehran zextê dikin da ku kesekî wiha were ser kar ku pêwendiyên wî bi Îranê re bihêz bimînin.
Di dawiya raporê de hatiye gotin ku Donald Trump di meha kanûna paşîn de hişyarî daye.
Trump gotiye eger Serokwezîrê berê Nûrî Malikî vegere ser desthilatê, ew dê hemû alîkariyên Amerîkayê bibire.
Niha jî hewlên Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê yên ji bo zelalkirina namzedê serokwezîrtiyê didomin.