Macron nîşaneya herî bilind a Fransayê da Nadiya Muradê

Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvana Kurd a Êzidî û xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nadiya Muradê, nîşaneya herî bilind a şerefê ya Fransayê wergirt.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ev xelat da Nadiya Muradê.

Merasîm li Koşka Elyseeyê ya li Parîsa paytexta Fransayê hat lidarxistin.

Macron di merasîmê de Nîşaneya Lejyona Şerefê (Legion of Honour) da Nadiya Muradê.

Bi vê yekê Nadiya Murad bû yekem jina Îraq û Herêma Kurdistanê ku vê xelatê werdigire.

Nadiya Muradê piştî wergirtina xelatê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û di peyama xwe de got:

"Ji bo min cihê serbilindiyê ye ku ez li Koşka Elyseeyê ji Serok Macron Madalyaya Lejyona Şerefê wergirim.

Fransayê her tim di dilê min de cihekî taybet girtiye."

Nadiya Muradê her wiha ragihand:

"Ev xelat ne tenê ya min e. Ya hemû rizgarbûyan e ku nexwestin bêdeng bimînin."

Muradê qala jinên din jî kir û da zanîn:

"Ev xelat ya hemû jin û keçan e ku diaxivin, tevî ku cîhan hîn jî ne amade ye guh bide wan."

Macron pesnê Muradê da

Li aliyê din, Emmanuel Macron pesnê wêrekî û hewlên cîhanî yên Nadiya Muradê da û bal kişand ser rola wê ya di eşkerekirina tawanên DAIŞê de.

Macron her wiha qala rola Nadiya Muradê ya di avakirina tevgereke navneteweyî ya ji bo rûbirûbûna tundiya zayendî ya di dema şerên çekdarî de kir.

Nîşaneya Lejyona Şerefê çi ye?

Nîşaneya Lejyona Şerefê (Légion d'honneur), xelata fermî ya herî bilind a Komara Fransayê ye.

Ev nîşane sala 1802yan ji aliyê Napoleon Bonaparte ve hatiye damezirandin.

Xelat didin wan kesayetên ku xizmeteke berbiçav ji bo nirxên mirovahiyê kirine.

Berê jî ev xelat dabûn kesayetên navdar ên cîhanê yên wekî Nelson Mandela, Elizabetha Duyem û Feyrûzê.