Trump: Îranê daxwaza min qebûl kir û biryara îdamkirina 8 jinan betal kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê ragihand ku hikûmeta Îranê bersiva daxwaza wî daye û cezayê îdamê yê 8 xwenîşanderên jin betal kiriye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump her wiha eşkere kir ku 4 ji wan jinan dê demildest werin berdan.
Donald Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî Truth Socialê ev nûçe wekî "nûçeyeke gelekî baş" pênase kir û got:
"Ew 8 jinên ku biryar bû îşev li Îranê werin îdamkirin, êdî ew ceza li ser wan nayê bicihanîn."
Serokê Amerîkayê hûrgiliyên biryara nû eşkere kirin û anî ziman:
"Çar ji wan jinan dê demildest werin berdan û ji bo 4ên din jî cezayê mehekê yê girtîgehê hat birîn."
Trump ji bo vê gavê destxweşî li serkirdeyên Îranê kir û ragihand:
"Ez gelekî spasdar im ku Îran û serkirdeyên wê rêz li daxwaza min a wekî Serokê Dewletên Yekbûyî girt û biryara îdamkirinê rawestand."
Destpêkek ji bo dan û standinan
Doh Trump li ser tora Truth Socialê wêneyên 8 jinan belav kiribûn ku dihat gotin Komara Îslamî ya Îranê amadehî dikir ku wan îdam bike.
Serokê Amerîkayê di peyama xwe ya doh de rûyê xwe dabû serkirdeyên Îranê û gotibû:
"Ji bo wan serkirdeyên Îranî yên ku dê di demeke nêzîk de li gel nûnerên min di dan û standinê de bin; ez dê gelekî spasdar bim heger hûn van jinan berdin.
Ez piştrast im ku ew dê rêzê li vî karê we bigirin."
Trump her wiha xwestibû ku ti zerer negihine wan û gotibû:
"Ji kerema xwe re wan neêşînin!
Ev dê bibe destpêkeke mezin ji bo dan û standinên me.
Spas ji bo girîngîdayîna we ya li ser vê mijarê."
Nasnameyên jinan
Li ser nasnameyên wan kesên ku Serokê Amerîkayê daxwaza berdana wan kiribû, navê Bîta Hîmetiyê di serê lîsteyê de bû.
Ew xwenîşanderek bû ku li gel hevjînê xwe hatibû girtin û cezayê îdamê lê hatibû birîn.
Her wiha Xezal Qelenderî wekî xwenîşanderekê hatibû girtin.
Di nav wan jinan de navê bijîşkeke bi navê Gulnaz Neraqiyê jî heye ku bi tohmeta dermankirina xwenîşanderên birîndar hatibû girtin.
Her wiha Venus Husênnejad ku welatiyeke Bahayî û xelkê Kirmanê ye di lîsteyê de ye.
Penah Muhêdî yek ji wan kesên din e ku Trump amaje pê kiribû ku li herêma Punekê winda ye.
Enîse Nejatî ji parêzgeha Farsê ye û ji ber beşdariya xwenîşandanan hatibû girtin.
Her wiha navê Mehbûbe Şebanî wekî xwenîşandereke ji Meşhedê û Diana Tahirabadî jî di lîsteyê de cih girtiye.
Diana tenê 16 salî ye, ji Kerecê ye û ji ber beşdariya xwenîşandanan hatibû girtin.