Qubad Talebanî li Estonyayê li ser hikûmeta elektronî gotarê dide

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li Talîn a paytexta Estonyayê di panêlekê de dê derbarê pêngavên ji bo hikûmeta elektronî li Herêma Kurdistanê de gotarekê pêşkêş bike.

 

Qubad Talebanî ji bo beşdariya di ‘Konferansa Desthilatdariya Elektronî’ de li Talîn a paytexta Estnoyayê ye û biryar e di duyemîn roja konferansê de, di paneleke taybet de derbarê pêngavên ji bo hikûmeta elektronî li Herêma Kurdistanê gotarekê pêşkêş bike.

 

Talebanî li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihandiye: “Di pêncemîn Konferansa Hikûmeta Elektronî de ku li Talîn a paytexta Estonyayê birêve diçe û du rojan dom dike, di duyemîn roja konferansê de ez dê axavtinekê pêşkêş bikim, di panela taybet bi armanc û planên niştimanî yên hikûmetên beşdar derbarê guhertinên dîcîtalî de.”

 

Li aliyekê din, Berpirsê Ofîsa Rojnamevanî ya Qubad Talebanî ji malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihandiye: “Biryar e Qubad Talebanî di paneleke taybet de derbarê pêngavên hikûmeta elektronî li Herêma Kurdistanê biaxive û çend civîn û hevdîtinên siyasî jî li gel şandên beşdar di konferansê de bike.”

 

Ew konferan ku pêncemîn dîdara navdewletî di vî warî de ye ku ji aliyê Akademiya Desthilatdariya Elektronî ya Estoniyayê ve li Talîn a paytexta wî welatî hatiye birêxistinkirin.

 

Konferans di du rojan de û bi beşdariya zêdetir ji 100 welatan birêve diçe. Konferansê duh Sêşemî 21ê Gulanê dest pê kir û îro 22ê Gulanê bi dawî tê.