Li Girava Gîrîtê erdhejeke bi hêza 6,2 pileyan çêbû
Hewlêr (Rûdaw) – Li nêzîkî Girava Gîrîtê ya Yunanistanê erdhejeke bi hêza 6,2 pileyan rû da.
Enstîtuya Atîna Jeodînamîkê ragihand ku erdhej demjimêr 06:19an çêbûye.
Enstîtuyê diyar kir ku navenda erdhejê 79 kîlometreyan nêzîkî Gîrîtê ye.
Hat destnîşankirin ku kûreahiya erdhejê jî 40 kîlometre ye.