Kemal Mihemed: Pêwîst e Amerîka ji bo destpêkirina hinartina petrolê piştgiriyê bike
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed ji Amerîkayê xwest ku li ser dubare hinardekirina petrolê piştgiriya Herêma Kurdistanê bike.
Kemal Mihemed li Washingtona paytexta Amerîkayê di Foruma “Paşeroja Enerjî û Hêzê ya Herêma Kurdistana Îraqê” ya Al-Monitor Global Instituteyê di panelekê de axivî.
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî got, "Pêwîst e, ji bo destpêkirina dîsa hinardina petrola Kurdistanê, Amerîka piştgiriya Herêma Kurdistanê bike. Ji sedî 64ê bingeha karebayê hilberîna kompanyayên Amerîkayê ye."
Kemal Mihemed behsa peymananên taybet ên enerjiyê kir û got, "Em wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gorî Destûra Îraqê û yasayan, hejmareke peymanên me di warê petrolê de hene ku di encamê de gihiştine wê astê ku ji bo bazarên cîhanê me rojane şiyana hinardina zêdetir ji 400 hezar bermîl petrolê heye.”
Li gorî gotina Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî, berê hikûmet di warê gazê de du peymanên xwe hebûn û 650 milyon pê sêcayî gaz ji bo dabînkirina karebaya Herêma Kurdistanê û beşekê Îraqê dabîn kiribû.
Kemal Mihemed got, "Wekî Herêma Kurdistanê ji bo gazê, pêdiviya me bi 1,100 milyon pê sêjayî heye û ew gaza niha heye, tenê ji sedî 50yê pêdiviya karebaya me dabîn dike."
Ji sedî "64ê bingeha karebayê hilberîna kompanyayên Amerîkayê ne"
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî behsa pêşketina beşa karebaya Herêma Kurdistanê kir û got, "Heta sala 2007an me tenê 100 heta 150 megawatt karebaya hebû lê niha em xwediyê zêdetir ji 8,000 megawatt kareba ne ku ji wê mîqadrê karebayê 5,250 megawatt tenê ji aliyê kompanyaya General Electric a Amerîkayê ve tê hilberîn."
Li gorî gotina Wezîrê Karebayê, bi giştî nêzîkî ji sedî 64ê bingeha karebaya Herêma Kurdistanê hilberîna kompanyayên Amerîkayê ne û ew kareba ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê ye, belkî beşeke wê diçe Îraqê jî.
Kemal Mihemed got, “Ji bo wêstgeyên karebayê, Herêma Kurdistanê pêdiviya me bi dabînkirina sotemeniyê heye.
Di vê serdanê de ji bo Amerîkayê, du peymanên din ên pir girîng me di warê gaz û petrolê de bi kompanyan re îmze kirin, ji bo ku ji wê rêyê pêdiviyên Herêma Kurdistanê û beşekê din ê Îraqê bên dabînkirin."
"Peymanên me ziyanê nagihînin aliyan"
17ê Gulanê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tevî heyetekê çû Washingtonê û roja duşemê, di merasîmeke taybet de 2 peymanên mezin ên di warê enerjiyê de bi bihayê zêdetir ji 100 milyar dolarî bi 2 kompanyayên navdar ên Amerîkayê Western Zagros û HKN Energy re hatin îmzekirin.
Kemal Mihemed behsa peymanan jî kir û got, "Ev sêyemîn peymana kompanyaya HKN Energy ye bi me re her wiha duyemîn peymana kompanyaya Western Zagrosê bû."
Wezareta Petrolê ya Îraqê dijberiya xwe li hemberî van du peymanên ragihandiye û gotibû, "Rêkarên taybet ên peymanên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî yên Herêma Kurdistanê ji bo hilberandinê di qada Mîran û qada Topxana-Kurdemîr de li parêzgeha Silêmanî red dike."
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî di berdewamiyê jî de got:
"Cihê daxê ye Îraq û Wezareta Petrolê li dijî wan gavan in ku ji bo baştirkirina rewşa xizmetguzariyê li Îraq û Herêma Kurdistanê hatine avêtin.
Ev peyman ne li dijî aliyekî ne belkî ji bo xurtkirina bingeha Îraqê û Herêma Kurdistanê ne.”
"Pêwîst e Amerîka pêdagîr be li ser hinardina petrola Kurdistanê"
Kemal Mihemed ji Amerîkayê xwest ji bo dubare hinartina petrola Herêma Kurdistanê pêdagîr be û got:
"Amerîka ku wekî her demê piştgirê me bûye, pêwîst e carek din bi cidî li ser hinardina dîsa petrolê bisekine ji bo ku dest pê bike.
Pêwîst e kompanyayên Amerîkayê zêdetir bên handan, ji bo ku li Herêma Kurdistanê hilberînê bikin.
Em dixwazin peymanên din jî di warê gaz, petrol û karebayê de îmze bikin.”