Amerîka ji ber şerê li Îranê êdî çekan nafiroşe Taywanê

Hewlêr (Rûdaw) - Wekîlê Sekreterê Hêzên Deryayî yên Amerîkayê Hung Cao eşkere kir ku wan firotina çekan a Taywanê rawestandiye.

Hung Cao da zanîn ku wan ev biryar ji bo operasyona "Xezeba Destanî" (Epic Fury) ya li Îranê daye ku stokên xwe yên cebilxaneyê biparêzin.

Wekîlê Sekreterê Hêzên Deryayî yên Amerîkayê Hung Cao li Kongreya Amerîkayê axivî.

Hung Cao ragihand ku peymana mezin a çekan a bi Taywanê re bi awayekî demkî hatiye rawestandin.

"Pêşengiya me parastina stokên cebilxaneyê ye"

Wekîlê Sekreterê Hêzên Deryayî yên Amerîkayê Hung Cao li ser peymana leşkerî ya bi 14 milyar dolarî ya bi Taywanê re got, "Niha me navberek daye vê peymanê."

Hung Cao destnîşan kir ku ew dixwazin ji bo operasyona 'Xezeba Destanî' ya li Îranê cebilxaneya wan bi têra xwe hebe û li pey çû, "Em dixwazin piştrast bin ku stokên me temam in."

Cao her wiha anî ziman ku firotina çekan a ji bo welatên biyanî dikare di demekê de ku birêvebiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump pêwîst bibîne ji nû ve dest pê bike.

Hevdîtina Trump û Şi Cinping

Ev biryar di demekê de hat ku Donald Trump hîn bi awayekî fermî sozên xwe yên leşkerî yên ji bo Taywanê pesend nekirine.

Trump beriya serdana xwe ya fermî ya Çînê eşkere kiribû ku ew dê bi Serokê Çînê Şi Cinping re li ser firotina çekan a Taywanê biaxive.

Ev rewş wekî dûrketineke girîng a ji siyaseta kevneşopî ya Washingtonê tê nirxandin ku Washingtonê mijara Taywanê bi Pekînê re nîqaş nedikir.

Trump piştî vegera ji Çînê daxuyaniyek dabû û gotibû wî " ti soz" nedane Şi Cinping.

Trump her wiha anîbû ziman ku ew dê biryara firotina çekan di demeke nêzîk de bide.

Şerê li Îranê stokan dihelîne

Li gorî qanûnên Amerîkayê her çend Washington neçar e ku ji bo parastinê çekan bide Taywanê jî, tê dîtin şerê ku li Îranê didome cebilxaneyên Amerîkayê bi awayekî cidî vala kirine.

Analîst balê dikişînin ser wê yekê ku ev biryar Washingtonê neçar dike ku pêşengiyên xwe yên stratejîk ji nû ve diyar bike.

Li gorî analîstan, ev yek dê alîkariyên ji bo hevpeymanên li herêmên din ên cîhanê jî sînordar bike.