FLAŞ - Polîsê Munchenê: 3 êrişkar, 8 kuştî

22-07-2016
RÛDAW
Nîşan Almanya Munchen Çek Teqe
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li nav bajarê Munchen ê Almanya êrişeke çekdarî pêk hat û li gorî zanyariyên ku heta niha hatine piştrastkirin, di teqekirina li Munchenê de 8 kes hatine kuştin û çend kes jî birîndar bûne.

 

Îro înê li nav Bazara Olympia Einkaufszentrum a bajarê Munchen ê Almanya dengê teqeyan hat bihîstin.

 

Piştî teqekirinê hejmareke zêde ya polîs û hêzên ewlehiyê ber bi cihê bûyerê ve çûne û derdora bazarê dorpêç kirine.

 

Polîsê Almanya ragihandiye, dest bi operasyonên kirine û hewl didin bikevin.

 

Polîsê Almanya di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, ku di encama teqekirinê de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û çendîn kes jî birîndar bûne.

 

Li gorî daxuyaniya polîs, êrişkar 3 kes in û heta niha nehatine girtin.

 

Helîkopter li ser esmanê Munchenê digerin û çavdêriya rewşê dikin.

 

Herwiha hejmarek zêde ya ambulans û tîmên hawarçûnê ber bi cihê bûyerê ve çûne.

 

Ji aliyekê din ve hat ragihandin, ku hêlên veguhastinê yên giştî û bi taybet hêlên trenê û rêyên sereke yên bo derveyê Munchenê hatine rawestandin.

 

Herwiha Hikûmeta Almanya civîneke kirîtîk derbarê êrişan de pêk anî.

 

Serokomarê Almanya jî derbarê êrişên li Munchenê ragihand, ku ew ji ber êrişên kujende yên li Munchenê sam girtiye.

 

 

 

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst