RAPOR - Nêçîrvan Barzanî di guherîna helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî HSDyê de rol lîstiye
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo ku Tirkiye li hemberî HSD û Rojavayê Kurdistanê siyaseteke nermtir bimeşîne navbeynkarî kiriye.
Nêçîrvan Barzanî di heman demê de hewl daye ku Amerîkayê qanih bike ku nêrîna Ehmed Şer ji bo pêkanîna sîstemeke navendî ya bihêz ji bo Sûriyeyê ne guncaw e.
Malpera nûçeyan a Amerîkî Al-Monitorê behsa hûrgiliyên gotûbêjên dawî yên di navbera Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û barên Sûriyeyê Tom Barrack de kir.
Al Monitorê her wiha behsa çawa şer û pevçûnên dawî yên li herêmên başûrê Sûriyeyê bi taybetî li parêzgeha Siwêdayê, pozîsyona Kurdan a li hemberî Şamê bihêztir kiriye kir.
"Rola navbeynkariyê ya Nêçîrvan Barzanî"
Li gorî çavkaniyên agahdar ên wê malpera Amerîkî, Nêçîrvan Barzanî roleke dîplomatîk a bi bandor dilîze.
Al-Monitor amaje bi wê yekê dike ku Nêçîrvan Barzaniyê ku têkiliyên wî yên nêzîk bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hene, di hewldana nermkirina helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî HSDyê de ye ku "Ji meha Kanûna Paşîn ve Tirkiyeyê êrişên xwe yên li ser wan hêzan rawestandine."
Nêçîrvan Barzanî di heman demê de hewl daye ku birêvebiriya Trump qanih bike ku nêrîna Ehmed Şer a ji bo dewleteke navendî ya tund, bi pirrengiya neteweyî û olî ya Sûriyeyê re li hev nake.
Wê malpera Amerîkî derbarê rola navbeynkariyê ya Nêçîrvan Barzanî de got, "Barzanî, danûstandinkarekî jêhatî û bi bandor e."
Civîna Mezlûm Ebdî û Tom Barrack li Parîsê
Ji aliyekî din ve, Fransa ji bo nêzîkbûna HSD û Şamê hêsankariyan dike.
Planek heye ku civîna bê ya di navbera Mazlûm Ebdî û Tom Barrack de li Parîsê were lidarxistin û îhtîmal heye ku Macron jî tê de beşdar bibe.
Armanca civînê dê ragihandina bipêşketineke berbiçav di pêvajoya entegrekirina HSD û saziyên sivîl ên Kurdan bi hikûmeta Şamê re be, ev jî wek beşek ji hewldanên Amerîkayê ji bo piştgirîkirina hikûmeta Ehmed Şer a ji bo kontrolkirina tevahiya welêt be.
Yek ji çavkaniyan derbarê rola Serokê Herêma Kurdistanê de gotiye:
"Ew berdewam dike ku bi hemû aliyan re dan û standinan bike da ku lihevkirinek bibîne ku 'ne federal û ne jî navendî' be.
Ji aliyekî din ve, Fransa ku girîngiyeke dîrokî dide Sûriyeyê û têkiliyeke wê ya xurt bi Kurdan re heye, ji bo nêzîkbûna HSD û Şamê hêsankarî kiriye.
"Şerê Siwêdayê pozîsyona Kurdan bihêz dike"
Şerê hefteyekê yê li herêmên Durziyan yên parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê ku bû sedema kuştina zêdetirî 1,200 kesan ku nîvê wan çekdar û sivîlên Durzî bûn, pozîsyona Hikûmeta Sûriyeyê ya bi serokatiya Ehmed Şer lawaz kiriye.
Çavkaniyên wê malpera Amerîkî hûrgiliyên nû li ser rêze civînên veşartî yên di navbera Mazlûm Ebdî û Tom Barrack de eşkere dikin.
Li gorî çavkaniyên wê malperê, dan û standinên ku armanca wan entegrekirina sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û HSDyê bi hikûmeta navendî ya Şamê re ye, di destpêka vê mehê de rastî nakokiyên kûr hatibûn.
Lê belê bûyerên dawî yên di navbera Şam û Durziyan de, karta dan û standinê ya Kurdan bi awayekî berbiçav bihêz kiriye.
"Guherîn di rewşa dan û standinan de"
Li gorî çar çavkaniyên agahdar, civîna dawî ya di navbera Barrack û Ebdî de di 19ê Tîrmehê de li Emana paytexta Urdinê, bi awayekî berbiçav erênîtir bû li gorî hevdîtina wan a 10 roj berê ya li Şamê.
Yek ji çavkaniyan dibêje, "Barrack dilnermtir bû, qeşaya navbera wan şikestiye."
Ev guherîn hevdem e bi şer û tundûtûjiyên başûrê Sûriyeyê û lawazbûna pozîsyona hikûmeta Şer.
"Zexta Amerîkayê û israra Kurdan"
Berê, piştî civîna wan a yekem di 9ê Tîrmehê de, Barrack bi eşkere zext xistibû ser Mazlûm Ebdî û piştgiriya xwe ji bo modela "navendîparêziya tund" a Ehmed Şer anîbû ziman.
Hişyarî dabû ku eger HSD bi lez tevnegere, mana hêzên Amerîkî li herêmê ne misoger e.
Çavkaniyek dibêje, di wê civînê de ji Mazlûm Ebdî re hatiye gotin:
"Tenê çend rojên te mane, wekî din dibe ku Serok Trump biryarekê li dijî HSDyê bide.
Hûn hevparekî mezin bûn lê cîhana we guheriye û divê hûn rastiyê qebûl bikin."
Tevî belavbûna çend raporan derbarê dayîna "mohleta 30 rojan" ji aliyê Amerîka û Tirkiyeyê ve ji HSDyê re ji bo entegrebûna bi Şamê re, çavkanî tekez dikin ku berpirsên Amerîkî mohleteke bi vî rengî nedate.
Digel vê yekê, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê piştrast dike ku "gotûbêjên ji bo entegrekirina HSDyê bi Hikûmeta Sûriyeyê re berdewam û çalak in."
Nakokiya sereke ew e ku Kurd li ser bidestxistina awayekî xwerêvebiriyê (otonomî) israr dikin, di demekê de ku Şer pabendî dewleteke yekgirtî ya navendî ye.
Roja Duşemê, Barrack di hevpeyvînekê de bi ajansa Associated Pressê re, derbarê bipêşketinên dawî yên gotûbêjên navbera Qamişlo û Şamê de, ragihand ku ew di wê baweriyê de nîne ku bûyerên Siwêdayê gotûbêjên navbera HSD û Şamê "ji rê derxistibin" û îhtîmala "bipêşketineke mezin" di hefteyên pêş de heye.
"Pêdiviya Şer bi Kurdan heye"
Çavkaniyan tekez kir ku Kurd niha di pozîsyoneke dan û standinê ya bihêztir de ne.
Çawa ku di meha Adarê de heman pozîsyona wan hebû, dema ku Şer rûbirûyê yekem qeyrana mezin a desthilata xwe bû.
Di wê mehê de zêdetirî hezar kes ku piraniya wan sivîlên Elewî bûn, hatin kuştin dema ku hêzên ewlehiyê yên ser bi desthilatdarên Şamê re rûbirûyî komên çekdar ên Elewî bûn.
Şer bi lez di 10ê Adarê de "piştî çend mehan xwe jê veşartinê" bi Mazlûm Ebdî re civiya û peymanek îmze kir ku çarçoveya yekxistina her du rêveberiyên xweser ên Rojavayê Kurdistanê û HSDyê bi Şamê re diyar kiribû.
Rewşa pêşerojê: Dem di berjewendiya kê de ye?
Çavkaniyên malpera Al-Monitorê amaje bi wê yekê dikin ku qeyrana Siwêdayê ne tenê hikûmeta Şer ji aliyê siyasî û leşkerî ve lawaz nîşan da lê her wiha bû sedem ku Mazlûm Ebdî demek zêdetir bi dest bixe.
Wekî ku yek ji çavkaniyan dibêje, "Kes nikare behîsê li ser mana Şer û rejîma wî di dema navîn de bike.
Eger tiştekî mezin biqewime, Mazlûm naxwaze gelê wî bêparastin bimîne piştî ku çekên xwe radestî Şamê kirine."