Li Amerîkayê çalakiya piştgiriya Kobanî hat lidarxistin

22-09-2014
Serdar Agit Boztemur
A+ A-
 

Amerîka (Rûdaw) – Li bajarê San Francîscoyê yê girêdayî eyaleta Kalîforniyayê ya Amerîka, komek kurd û dostên kurdan hevxemî û piştgiriya xwe di şerê li dijî terorîzma DAIŞê de ji kurdan re nîşan dan.

 

Duh êvarê li bajarê San Francîscoyê yê Amerîka, komek kurdên wî bajarî û dostên Kurdan kom bûn û alîkariya dewleta Tirkiyeyê bo DAIŞê her wiha bêdengiya Netewên Yekbûyî li hember êrişên li dijî Kurdan şermezar kirin.

 

Di çalakiyê de hat gotin ku şerê ku kurd li dijî DAIŞê dikin tenê xêra wê nagihîje Kurdan ji ber ku di heman demê de têkoşîna demokrasî û mirovahiyê ye jî.

 

Wan çalakvanan li yek ji kolanên herî qerebalix ên San Fancîscoyê bi înglîzî “We Love Kurdistan” (Em Ji Kurdistanê Hez Dikin), “Stop ISIS” (DAIŞê bidin sekinandin), “Help Kobanî” (Alîkariya Kobanî Bikin) nivîsandin û piştgiriya xwe ji bo Kobanî nîşan dan. 

 

Hat zanîn ku Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Selahedîn Demîrtaş dê hefteya bê serdana Amerîkayê bike û piştî hevdîtina bi rayedarên Amerîka re li Komleleya Kurdan a Kalîforniyayê bi kurdên Amerîkayê re bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst