Wezîrê Derve yê Sierra Leone: Em dixwazin derkevin qada cîhanê
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Sierra Leone David Francis di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de ji Rûdawê re got, “Em wek welatekî biçûk ê ku dixwaze derkeve qada cîhanê, me rêyeke dijwar derbas kiriye.”
Wezîrê Derve yê Sierra Leone David Francis roja Çarşemê 21ê Îlona 2022an li New Yorkê ji Rûdawê re axivî û got, “Ukrayna tenê yek ji pirsgirêkên mezin e ku îro rûbirûyê cîhanê ye.”
Sierra Leone welatekî Afrîkayê ye, di sala 1961an de ji dagirkeriya Brîtanyayê hat rizgarkirin û 11 salan şerê navxweyî lê berdewam kir. Di sala 2020an de, nifûsa wê 7,9 milyon bû. Ji %78ê nifûsa wê Misilman û yên mayî jî Kiristiyan in.
Wezîrê Derve yê Sierra Leone David Francis bersivapirsên Rûdawê da;
Rûdaw: Mijara ewlekariya xwarinê, gelo ev xema Sierra Leone ye?
Wezîrê Derve yê Sierra Leone David Francis: Ji sedî sed. Ji ber vê yekê em li ser geşepêdana sermayeya mirovî dixebitin lê heger hûn xorakê ji xelkê re peyda nekin hûn nikarin vê yekê bikin. Ji ber vê yekê xala sereke ewlehiya xorakê û gihîştina giştî ya karûbarên perwerdehiyê ye.
Rûdaw: Lê Pirsa Ukraynayê, welatên Rojava û cîhanî mijûl kiriye. Çavê wan zêdetir li ser wê pirsê ye.
Wezîrê Derve yê Sierra Leone David Francis: Ukrayna tenê pirsgirêkek e di nav pirsgirêkên mezin de ku îro cîhan rûbirû ye. Guherîna keşûhewayê, ewlekariya xorekê, krîza sotemeniyê, bilindbûna bihayê kelûpelan û gelek pirsgirêkên din. Em wek Sierra Leone, wek welatekî biçûk ku dixwaze bikeve qada cîhanê, me rêyeke dijwar derbas kiriye lê peyameke me ya erênî ji cîhanê re heye: Belê, şer dikare we têk bibe lê gava şer bi dawî bibe, hûn dikarin veberhênanê di sermayeya mirovî de bikin. Wê demê hûn dikarin bingeha pêşveçûna welatê xwe deynin û ber bi qonaxek bilindtir ve biçin ku tê de pêşkeftin û rêveberiyeke berfireh hebe.