Sûdanî: Pêwendiyên me yên bi Amerîkayê re divê ne tenê di asta ewlehiyê de bin

New York (Rûdaw) – Serokwezîrê Îraqê ragihand ku pêwendiyên Îraq û Amerîkayê divê tenê bi ewlehiyê ve neyê sînordarkirin û ew dê aloziyên ku kompanyayên Amerîkî yên li Îraqê rastî wan tên çareser bikin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di çarçoveya 78emîn civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê, bi Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê, karsaz û nûnerên kompanyayên Amerîkî re civiya.

“Ji bo çareseriyê em dê gavên pêwîst bavêjin”

Sûdanî diyar kir ku ew dixwazin bi Amerîkayê re pêwendiyên bazirganî û aborî pêş bixin û got:

“Em naxwazin ku pêwendiyên di navbera Îraq û Amerîkayê de tenê bi aliyê ewlehiyê ve sînordar bin.

Em dixwazin ku kompanyayên Amerîkî yên ku li Îraqê dixebitin, me ji pirsgirêkên ku ew rû bi rû dimînin agahdar bikin.

Di vê çarçoveyê de ji bo çareseriyê em dê gavên pêwîst bavêjin.”

Sûdanî diyar kir ku piştî gera pêncem a projeyên gazê yên bi kompanyaya Total Energies a Fransî, ya Îmarata Erebî û kompanyayên Çînî dest pê kir, dê di nava 2-3 salan de rêbazên şaş ên li ser îsrafa gaze bên rawestandin.

Sûdanî diyar kir ku li Îraqê li 11 qadên xaza xwezayî yên li parêzgehên Enbar, Mûsil û Necefê xebat tên kirin.

“Em dê di sîstema bacê û gumrikê de reforman bikin”

Sûdanî destnîşan kir ku ew dê bi tedbîrên qanûnî li dijî gendeliyê têbikoşe û ji bo pêkanîna van gavan ew xwedî îradeya pêwîst in û got:

“Em dê kompanyayan li hemberî şantaj û xebatên burokratîk bêparastin nehêlin.

Em dê di sîstema bacê û gumrikê de reforman bikin.”

Sûdanî diyar kir ku ew li ser “projeya derbasbûna bazirganiya elektronîkî” dixebitin û anî ziman:

“Niha ji bo amadekirina projeyasayeke reforma aboriyê ya ku kêmasiyên qanûnan ji holê rabike xebat tê kirin.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî herwiha anî ziman:

“Îraq bi saya pêwendiyên bi Banka Rezerva Federal û Xezîneya Amerîkayê re, me di çaksazîya darayî û bankî de pêşkeftinên mezin bi dest xistiye.”

Sûdanî da zanîn ku Îraqê bi Îmarat, Çîn û kompanyayên xwecihî re li ser enerjiya rojê girêbest îmze kiriye û bi Totalê re girêbesta hilberîna enerjiya rojê ya 1000 megawattî jî îmze kiriye.