VIYANA - Dibistana Kurdî bi merasîmekê dest bi sala nû kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li Viyanaya paytexta Awistiryayê, Dibistana Kurdî bi merasîmeke coşdar û bi pêşwazîkirina xwendekaran a bi Alaya Kurdistanê dest bi sala nû ya xwendinê kir.

Di roja yekem de malbatên xwendekaran jî amade bûn û eleqeyeke mezin nîşan dan.

Mamosteyê Dibistana Kurdî ya Viyanayê Mezlûm Qerno ji Rûdawê re ragihand ku îsal hejmara xwendekaran li gorî salên borî gelekî zêde bûye.

Mamosteyê Dibistana Kurdî ya Viyanayê Mezlûm Qerno beşadarî bultena Rûdawê bû û li ser dibistana Kurdî pirsên Sîma Abxizirê bersivandin.

Perwerde bi Kurmancî û Soranî

Dibistana Kurdî ya Viyanayê ku ev çar sal in deriyê xwe ji zarokên Kurdan re vekiriye, perwerdeyê bi her du zaravayên serekî yên Kurdî, Kurmancî û Soranî, dide.

Mezlûm Qerno da zanîn ku sala borî çar polên wan hebûn, du ji wan Soranî û du jî Kurmancî bûn, lê ji ber zêdebûna hejmara xwendekaran, îsal dê hejmara polan jî zêde bikin.

Qerno got, “Li cem me dibistan gelekî mezin e. Em karin çi qas xwendekarên Kurd werin, ew qasî polan vekin.

Armanca me ew e ku zarok fêrî zimanê xwe bibin, bi Kurdî binivîsin, biaxivin û bi hevdû re bilîzin.”

Wî her wiha diyar kir ku ji bilî zarokan, derfet ji bo kesên temenmezin jî heye ku fêrî zimanê Kurdî bibin û ji bo wan jî poleke taybet hatiye vekirin.

Pirsgirêka pirtûkên Kurmancî û mamosteyan

Mamoste Mezlûm Qerno bal kişand ser pirsgirêka dabînkirina pirtûkên xwendinê û spasiya Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Awistiryayê û Birêvebiriya Dibistanê Xanim Cewahîr Şêrwaniyê kir ku di vî warî de alîkariya wan dikin.

Qerno anî ziman, “Pirtûkên ku ji Herêma Kurdistanê tên bi zaravayê Soranî ne û di vî warî de pirsgirêka me nîne.

Lê di warê pirtûkên Kurmancî de em rastî zehmetiyan tên ji ber ku li Herêma Kurdistanê nînin.

Em ji Almanyayê, ji hinek pirtûkxaneyan peyda dikin. Mînak, em pirtûka ‘Hînker’ û astên wê bi kar tînin.”

Qerno her wiha amaje bi pirsgirêka nebûna mamosteyan jî kir û got, "Pêdiviya me bi mamosteyan heye."

"Armanca me ne tenê hînkirina ziman e"

Mezlûm Qerno tekez kir ku armanca wan ne tenê hînkirina ziman e, belkî ew dixwazin zarokên Kurd bi çand û dîroka xwe ve bên girêdan.

Qerno got, “Em naxwazin zarokên Kurdan bikin profesorên zimanê Kurdî, em dixwazin ew baştir Kurd bin.

Dîroka Kurdistanê bizanibin, bizanibin ji kû hatine û welatekî me heye navê wî Kurdistan e.”

Ji bilî dersên ziman, li dibistanê çalakiyên wekî werzîş, muzîk, govend û gerên zanistî jî ji bo xwendekaran tên lidarxistin da ku ew bi kêfxweşî werin dibistanê û bi hevalên xwe re têkiliyên civakî ava bikin.

Qerno di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku di pêşerojê de li bajarên din ên Awistiryayê jî karibin dibistanên Kurdî vekin.