Dawîn dîbeyta hilbijartina serokatiya Amerîkayê li ‘Kurdistana Biçûk’ birêve diçe
Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo cara dawîn beriya hilbijartina serokatiya Amerîkayê, Donald Trump û Joe Biden demjimêr 04.00ê sibeha roja Înê, 23.10.2020, li Zanîngeha Belmont a li bajarê Nashville ku wek ‘Kurdistana Biçûk’ tê zanîn li wîleyeta Tennessee, rûbirûyê hev dibin.
Dawîn dîbeyta herdu berbijêran dê 90 xulek bê navber birêve biçe û hejmareke kêm ya xelkê di wê dîbeytê de amade dibin û her mijarek 15 xulek behs li ser tê kirin û dema dimîne jî ji bo giftugoya vekirî dê bê bikar anîn.
Di dîbeyta îşev de butonê bêdengkirinê tê bikaranîn û her berbijêrek bo dema 2 xulek mîkrofona wan tê vekirin û piştî wê mîkrofon tê bêdengkirin ji bo ku bo berbijêrê din derfeta axaftinê bi yeksanî bê dayîn.
Di vê dîbeytê de Trump û Biden behsa mijarên rewşa malbatan li Amerîka, tundrewî, guherîne keşûhewa, Corona û pirsa asayişa niştimanî dikin.
Biryar bû dîbeyta duyem 15ê Cotmehê birêve biçe, lêbelê ji ber pêdaçûna bi hinek tedbîrên dijî krîza Coronayê, taybet jî piştî ku çend roj berî dîbeytê Trump tûşî Coronayê bû, biryar hat dayîn dîbeyt bi rêya înternetê birêve biçe ku Trump bi wê biryarê jî razî nebû.
Ev di demekê de ye ku di dawîn rapirsiya derbarê boçûna xelkê Amerîka li ser wan herdu berbijêran derdikeve, Joe Biden bi 6 xal li pêş Trump e û ji %50 xelkê deng bi Biden didin û ji %44 beşdaran jî deng bi Trump didin.