Rûdawê mijara ‘perwerdeya bi Kurdî ya li Efrînê’ bir Neteweyên Yekbûyî
New York (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî li ser perwerdeya bi Kurdî ya li Efrînê got, “Mafê mirovan e ku bi zimanên ku dixwazin biaxivin.”
Nûçegihanê Rûdawê yê Amerîkayê Namo Ebdulah astengên li Efrîna Rojavayê Kurdistanê li ber perwerdeya bi Kurdî tên danîn ji Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq pirsî.
Farhan Haq diyar kir, “Mafê mirovan e ku bi zimanên ku dixwazin biaxivin.”
Pirsa Rûdawê û bersiva Farhan Haq wiha ne:
Rûdaw: Derbarê bajarê Efrînê yê Sûriyeyê. Raporên medyayê amaje pê dikin ku li wî bajarê ku piraniya şêniyên wê Kurd in, desthilatên nû bernameya perwerdeya bi zimanê Kurdî ji pirtûkan rakiriye û zimanê Erebî wekî zimanê yekane yê perwerdeyê ferz kiriye. Min tenê dixwest zanibim ka agahiya we ji wan raporan heye û gelo ti şîroveya Sekreterê Giştî li ser vê mijarê heye?
Farhan Haq: “Em nikarin wan raporan piştrast bikin, her çi qasî em ji raporên medyayê yên li ser vê mijarê haydar bin jî.
Tiştê ku ez dikarim ji we re bibêjim ev e ku Sekreterê Giştî bi xurtî di wê baweriyê de ye ku mirovên li her deverê cîhanê xwedî maf in ku bi zimanên ku dixwazin biaxivin, pê perwerde bibin û hemû zimanên cuda yên wan herêman fêr bibin.
Ji ber vê yekê, em dixwazin piştrast bibin ku dê mafên bingehîn ên zimanî yên mirovan bên parastin.”
Divê were gotin ku zimanê Kurdî di bernameya perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a li herêma Efrînê de pejirandî bû.
Lê piştî ku Efrîn sala 2018an ket kontrola komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, xwendina bi Kurdî di çarçoveya bernameya "Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê" ya wê demê de, tenê şiklî ma û zext û zordarî li ser mamoste û xwendekaran zêde bû.
#VÎDEO - Neteweyên Yekbûyî li ser mijara ku Kurd li Efrînê bi zimanê xwe bixwînin çi dibêje❓
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 21, 2025
🎙️ Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq pirsa Rûdawê bersivand pic.twitter.com/WJ3wThsvQz