Plana 28 xalî ya Trump a ji bo qedandina şerê Ukraynayê çi ye?

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Amerîkayê plana tîma Donald Trump a ji bo bidawîanîna şerê sê sal û nîvan ê Rûsya û Ukraynayê pêşkêşî Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy kir.

Plana 28 xalî heta niha bi temamî nehatiye zanîn lê gelek çavdêr û pisporan rexneyên tund lê girtin û ragihand ku ew plana Trump bi temamî di berjewendiya Rûsyayê de ye.

Li gorî medyaya Amerîkayê, plana Koşka Spî hîn di qonaxa reşnivîsê de ye û hûrgiliyên hemû 28 xalan nehatine eşkerekirin.

Lê berpirsekî Ukraynayê hûrgiliyên planê eşkere kirine û li gorî agahiyan, di plana îdareya Trump de hatiye pêşniyarkirin ku Kîev dê hinek axa xwe ji Rûsyayê re berde û nebe endamê Hevpeymaniya NATOyê.

Hûrgiliyên plana 28 xalî ya li gorî berpirsê Ukraynî

1 - Parastina serweriya axa Ukraynayê.

2 - Mohrkirina agirbesteke berfireh û demdirêj di navbera Rûsya, Ukrayna û welatên Ewropayê de.

3 - Divê Rûsya hewl nede welatên cîran dagir bike û divê NATO zêdetir berfireh nebe.

4 - Divê gotûbêj di navbera Rûsya û NATOyê de bi navbeynkariya Amerîkayê birêve biçin da ku hemû pirsgirêkên ewlehiyê werin çareserkirin, rewşeke guncav ji bo kêmkirina aloziyan were afirandin, ewlehî û aramî ji bo tevahiya cîhanê were dabînkirin û derfetên hevkarî û geşepêdana aborî di navbera welatên pêwendîdar de zêde bibin.

5 - Garantiya ewlehiyê ji bo Ukraynayê.

6 - Hejmara hêzên çekdar ên Ukraynayê dê bi 600 hezar leşkeran were sînordarkirin.

7 - Divê Ukrayna razî be û di destûra xwe de bi cih bike ku nabe bibe endamê Hevpeymaniya NATOyê û divê NATO jî razî be ku bendekê di destûra xwe de bi cih bike ku di pêşerojê de Ukraynayê qebûl nake.

8 - Divê NATO razî be ku hêzên xwe li Ukraynayê bi cih neke.

9 -  Firokeyên şer ên Ewropayê dê li Polonyayê werin bicihkirin.

10 -  Garantiya ewlehiyê ya Amerîkayê dê van xalên jêrîn li xwe bigire:

- Amerîka dê li hemberî dayîna garantiyê were qerebûkirin.

- Eger Ukrayna êrişî Rûsyayê bike, dê garantiyê ji dest bide.

- Eger Rûsya hewl bide Ukraynayê dagir bike, ji bilî bersiveke serbazî ya berfireh û hevaheng, dê hemû sizayên welatan li ser wê werin sepandin. Her wiha dê nasandina herêmên nû û hemû destkeftiyên din ên vê peymanê werin betalkirin.

- Eger Ukrayna bêyî sedem êrişeke mûşekî bike ser Rûsyayê, dê garantiya ewlehiyê ya Amerîkayê were betalkirin.

11 - Mafê Ukraynayê heye ku bibe endama tam a Yekîtiya Ewropayê û li gel nîqaşkirina vê pirsê, dê mafê gihîştina bazarên Yekîtiya Ewropayê jê re were dayîn.

12 - Dê pakêteke hevkariyê ya berfireh a navneteweyî ji bo jinûveavakirina Ukraynayê were dabînkirin, di nav de:

- Avakirina Fona Geşepêdana Ukraynayê ji bo veberhênana di pîşesaziyên wekî teknolojî, navendên daneyan û hişê çêkirî de.

- Amerîka dê bi hevparî bi Ukraynayê re ji bo jinûveavakirin, pêşxistin, modernîzekirin û birêvebirina binesaziya gazê ya Ukraynayê bixebite.

- Hewldana hevpar ji bo nûjenkirina herêmên ku zirar dîtine û avakirina wan.

- Pêşxistina binesaziya Ukraynayê.

- Derxistina kanza û çavkaniyên xwezayî.

- Rêxistina Banka Cîhanî dê pakêteke darayî ya taybet ji bo bilezkirina van hewldanan dabîn bike.

13 - Rûsya dê ji nû ve tevlî aboriya cîhanê bibe:

- Rakirina hemû sizayan dê bi awayekî qonax bi qonax be û dê li ser were gotûbêjkirin û lihevkirin.

- Amerîka dê peymaneke hevkariya aborî ya demdirêj ji bo geşepêdana hevpar di warên enerjî, çavkaniyên xwezayî, binesazî, hişê çêkirî, navendên daneyan û projeyên derxistina kanzayên kêmpeyda yên li Cemsera Bakur bi Rûsyayê re mohr bike.

- Rûsya dê ji nû ve ji bo endametî û beşdarbûna di Koma Welatên G8ê de were vexwendin.

14 - Samanên desteserkirî yên Rûsyayê dê bi awayê jêrîn werin bikaranîn:

-  100 milyar dolar ji sermayeya desteserkirî ya Rûsyayê dê di hewldanên Amerîkayê yên ji bo jinûveavakirin û veberhênana li Ukraynayê de were bikaranîn.

- Amerîka dê ji sedî 50yê qezenca vê projeyê werbigire. Ewropa dê 100 milyar dolarî ji bo veberhênan û avakirina Ukraynayê dabîn bike. Sermayeya desteserkirî ya Ewropayê dê careke din li Ewropayê were vegerandin.

15 - Tîmeke hevpar a Amerîka û Rûsyayê dê li ser pirsên ewlehiyê were damezrandin da ku pabendbûna bi hemû bendên vê peymanê pêş bixe û misoger bike.

16 - Rûsya dê siyaseta destdirêjînekirina li hemberî Ewropa û Ukraynayê di yasayê de bi cih bike.

17 - Amerîka û Rûsya dê razî bin ku peymanên belavnebûna çekên atomî û kontrolkirina çekên atomî, di nav de Peymana STARTa Yekem, dirêj bikin.

18 - Ukrayna dê razî be ku wekî welatekî neatomî li gorî Peymana Belavnebûna Çekên Atomî (NPT) were naskirin.

19 - Santrala Enerjiya Atomî ya Zaporîjyayê dê di bin çavdêriya Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) de ji nû ve were xebitandin û karebaya ku tê hilberandin dê bi awayekî wekhev di navbera Rûsya û Ukraynayê de were dabeşkirin.

20 - Her du welat dê pabend bin ku bernameyên perwerdehiyê li dibistan û civakê bi armanca bilindkirina têgihiştin û lêborînê li hemberî çandên cihê û nehiştina nijadperestî û kînê bi cih bînin.

- Ukrayna dê yasayên Yekîtiya Ewropayê yên derbarê lêborîna olî û parastina pêkhateyan pesend bike.

- Her du welat dê razî bin ku hemû tedbîrên cihêkarî betal bikin û mafên medya û perwerdehiyê li Ukrayna û Rûsyayê misoger bikin.

- Divê hemû îdeolojî û çalakiyên Naziyan werin redkirin û qedexekirin.

21 - Herêm:

- Kirim, Luhansk û Donetsk dê wekî axa Rûsyayê werin naskirin.

- Xerson û Zaporîjya dê li ser xeta eniyê werin girêdan, ev jî tê wateya nasandina axa Rûsyayê.

- Rûsya dê dev ji herêmên din ên ku li derveyî van pênc herêman kontrol kirine berde.

- Hêzên Ukraynayê dê ji wî beşê herêma Donetskê ku niha kontrol dikin vekişin û ev herêm dê wekî herêmeke aram û bêçek were hesibandin ku di asta navneteweyî de wekî herêmeke ser bi Rûsyayê ve tê naskirin. Mafê hêzên Rûsyayê tune ku bikevin vê herêmê.

22 - Piştî lihevkirina li ser rêkxistina herêmî ya pêşerojê, Rûsya û Ukrayna soz didin ku van rêkxistinan bi hêzê neguherînin. Di rewşa binpêkirina vê pabendiyê de ti garantiya ewlehiyê nayê bicihanîn.

23 - Rûsya dê rê li ber Ukraynayê negire ku ji Çemê Dnîproyê ji bo çalakiyên bazirganî sûdê werbigire. Her wiha dê li ser veguhestina bêpere ya genimê ji Deryaya Reş li hev were kirin.

24 - Komîteyeke mirovî dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên helawestî were avakirin:

- Hemû girtî û term dê werin guhertin.

- Hemû desteserkirî û barimte dê werin berdan, di nav de zarok jî.

- Bernameya yekkirina malbatan dê were bicihanîn.

25 - Ukrayna dê di nava 100 rojan de hilbijartinan bike.

26 - Hemû aliyên pêwendîdar ên vî şerî, dê ji ber karên xwe yên di dema şer de efûyeke giştî wergirin û razî dibin ku di pêşerojê de ti gilî li dijî aliyê din tomar nekin.

27 - Ev peyman dê ji aliyê yasayî ve aliyan berpirsyar bike. Bicihanîna wê dê ji aliyê Encûmena Aştiyê ya bi serokatiya Donald Trump ve were çavdêrîkirin û garantîkirin. Kîjan alî binpêkariyê bike, dê were sizadan.

28 - Dema ku hemû alî li ser vê bîranînê razî bûn, agirbest dê yekser bikeve meriyetê û her du alî dê ji herêmên ku li ser li hev kirine vekişin û rêkeftin dê bikevin warê bicihanînê.