Galeriya wêneyan

22-12-2022
8 Photos

(AFP) - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ku bi serdaneke fermî li Amerîkayê ye, destpêkê li Koşka Spî ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve hat pêşwazîkirin.

Piştre Zelensky di civîna hevpar a Kongreya Amerîkayê de ji endaman re axivî.

Di civînê de ku bi serokatiya Cîgirê Serokê Amerîkayê Kamala Harris û Seroka Meclisa Amerîkayê Nancy Pelosî hat sazkirin, endamên Kongreyê bi çepikan pêşwazî li Zelensky kirin.

Zelensky li Kongreya Amerîkayê alayeke Ukraynayê ya îmzekirî ku ji eniyên şer ên li bajarê Baxmotê bi xwe re biriye Amerîkayê, pêşkêşî Kamala Harris û Nancy Pelosî kir.

Nancy Pelosî jî aleke Amerîkayê pêşkêşî Zelensky kir.

Zelenskiy di axaftina xwe ya bo endamên Kongresê de, ji ber piştgiriyên wê yên bo Ukraynayê di şerê li dijî Rûsyayê de spasiya Amerîkayê kir, lê daxwaza çekên zêdetir kir.